Yekîneya Tolhildanê li ser çalakiyan daxuyanî da

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansizî ragihand ku 25-26’ê Hezîranê li navçeya Farqîn a Amedê çalakî kirine.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansiz li ser çalakiyan ev agahî parve kir:

“25’ê Hezîranê yekîneyên me bi bomeyên destan û molotofan li avahiya qeymeqamtiyê ya nû ya li nêzî avahiya asayîşa polîsan a li navçeya Farqîn a Amedê dane. Di çalakiyê de ziyan gihişte avahiyê, lê li ser mijara birîndar hene an ne ti agahiyek nehate girtin. Li dijî dorpêçkirina tîmên dagirker ên herêmê jî yekîneyên me bê ku ziyanek bibînin ji herêmê derketine.

26’ê Hezîranê li kolana şaredariyê ya li navenda Farqînê wesayîeke ya leşkerên TC’ê lê siwar dibin hatiye şewitandin. Ziyanên madî gihiştiye wesayîtê.

Ev çalakî ji bo bîranîna Mezlûm Jiyan ê 1’ê Cotmehê şehîd bûye pêk hatiye.”