Yekîneya Tolhildanê li nuqteya taybet a MÎT'ê ya li Kanî Masî xist

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo li navçeya Amediyê ya Başûrê Kurdistanê li nuqteyeke taybet a MÎT'ê ya li qereqola Kanî Masî xist.

Fermandariya Yekîneyên Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"13'ê Gulanê yekîneyên me yên tolhildanê yên şehîd Bedran Gundikremo, li navçeya Amediyê ya bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê li nuqteyeke taybet a MÎT'ê ya li qereqola Kanî Masî xistin, ku artêşa TC a dagirker lê bû. Derbên giran li nuqteyên dijmin hatin xistin, ji dijmin gelek kuştî çêbûn, lê hejmar nehate eşkerekirin."