Yekîneya Tolhildanê li dijî hêzên çewîk çalakiye kirin
Koma bi navê ‘Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Çiyager û Şehîd Zeryan’ li Aydinê li dijî du nûqteyên polîsên Tirk çalakî kirin.
Koma bi navê ‘Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Çiyager û Şehîd Zeryan’ li Aydinê li dijî du nûqteyên polîsên Tirk çalakî kirin.
Komê ragihand ku ‘Her du çalakiyên tolhildanê yên li Aydinê’ li dijî dagirkeriya Tirk a li Rojava kirine, diyar kir ku her du çalakî jî şeva 16’ê Cotmehê pêk lidar xistine.
Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Endamên me li dijî hêzên çewîk ên li Girê Polîgan a Aydinê bi cih bûbûn çalakiyeke bi bombeyan kirine.
Şeva 16’ê Cotmehê li dijî wesayîta polîsan a li taxa Tellîdede ya Aydinê dewriye digeriyan çalakiyeke ya bi fîşekên hewayî pêk anîne. Di her du çalakiyan de hejmara polîsên birîndar bûne nehate zelalkirin."