Yekîneya Tolhildanê li Amedê çalakî li dar xist

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansiz xwedî li pêngava KCK’ê derket û li Amedê çalakî li dar xist. Yekîneyê bang li her kesî kir ku bila tevlî pêngavê bibin.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansiz diyar kir ku ew ê bibin pêşengê pêngava KCK’ê ya ‘Dawî li tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê bîne, niha dema pêkanîna azadiyê ye’

Yekîneya Tolhildanê daxuyaniyeke nivîskî da û got ku, “Êdî gotin qediyaye. Divê tu kes nebêje ev ne karê min e. Her Kurd divê li qada ku lê ye, tevlî pêngavê bibe.”

ÇALAKIYÊN LI AMEDÊ

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansiz diyar kir ku wan li Amedê ev çalakî li dar xistine.

“Di 16’ê Îlonê de sê konteynerên qereqola jendirmeyan a Malabadî ya Farqîna Amedê bi sabotajê hate îmhakirin. Gelek îtfaîye û ambûlans çûn herêmê.

Di 17’ê Îlonê de me bi teqemeniyên bi destan hatine amadekirin û çekên ferdî li Gerînendetiya Trafîkê ya Herêmê ya li ser rêya Farqîn û Êlihê da. Gelek ambûlans çûn qadê, hejmara mirî û birîndaran nehat zelalkirin. Yekîneyên me bi selametî vegeriyan qadê.

Di 16’ê Îlonê de li Taxa 5 Nîsanê ya Baglara Amedê li dijî tiryakfiroşan çalakî hate lidarxistin, firoşkar hatin cezakirin.”