Yekîneya Tolhildanê 'kontrayek' ceza kir

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Adil Gîte ragihand ku wan Halîl Meşe yê ku li Mêrdînê karê kontra dike, ceza kirine.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Adil Gîte daxuyaniyek weşand û diyar kir, "Em ê çalakiyên xwe yên li dijî ajan, kontra û hevkarên dewleta tirk zêde bikin."

'KESÊ KU KARÊ KONTRA DIKIR BI GIRANÎ BIRÎNDAR BÛ'

Di daxuyaniyê de li ser çalakiya li Mêrdînê ev agahî hatin parvekirin:

"Endamên me yên Yekîtiya Tolhildanê ya Şehîd Adil Gîte, êvara 13'ê Sibatê saet di 22:00 li dijî şexsê bi navê Halîl Meşe (Akrep Xelîl) ku bi salan e li ser rêya Mêrdîn Qoserê bi dewleta Tirk a dagirker re dixebite û karê kontra dike, çalakiyek kirin. Endamên me yên yekîneyê demîn danîn pêşiya kesê bi navê Halîl Meşe û piştî ku bi çekên ferdî derbên xurt lê dan, polîsên Tirk ên dagirker li herêmê kom bûn. Piştî ku demekê şer dewam kir, kesê bi navê Halîl Meşe bi giranî birîndar bû. Hêzên dijmin ên dagirker birîndarên xwe bi ambûlansan rakirin nexweşaneyê. Endamên me yên yekîneyê bi rengekî ewle vegeriyan qadên xwe.

'ÊDÎ NAYÊN HIŞYARKIRIN, WÊ BÊN CEZAKIRIN'

Halîl Meşe kesekî kontra ye ku bi salan e li Nisêbînê û herêmê karê kontra dike û gelekî zerara xwe li gelê me bûye. Me beriya niha eşkere kiribûn ku kesên karê kontra û sîxuriyê dikin, yên hevkariyê bi dijmin re dikin, em ê careke din wan hişyar nekin. Çawa ku li dijî Halîl Meşe yê karê kontra dikir çalakî hate kirin, bi çalakiyên xwe yên tolhildanê ew şexs wê bên cezakirin. Kesên bi dewleta Tirk a dagirker re hevkariyê dikin, sîxurî û karê kontra dikin, wê êdî neyên hişyarkirin, wê li çalakiyên me yên tolhildanê rast bên. Li dijî hevkar, sîxur û kontrayên dewleta Tirk a dagirker ku zerarê didin gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz, çalakiyên me wê zêde bibin."