Yekîneya Tolhildanê ji bo bîranîna Kasim Engîn çalakî kir

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Mehmet Sevgat (Bedran) ji bo bîranîna Kasim Engîn çalakiyek kir û diyar kir, "Hêzên xayin û hêzên dewletê wê her tim di hedefa me de bin."

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Mehmet Sevgat (Bedran) ji bo bîranîna Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn çalakiyek pêk anî.

Yekîneyê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand û diyar kir, "Dewleta Tirk a faşîst bi piştgiriya Kurdên xayin êrişên li dijî şervanên azadiyê didomîne. Herî dawî Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi êrişeke hewayî şehîd xistin. Dewleta faşîst û Kurdên xayin ên ku hevrê Kasim şehîd xistin bila zanibin ku wê ti carî nikaribin vê têkoşînê tasfiye bikin. Rêber Apo bi berxwedana bêhempa ya li Îmraliyê pêşengiyê ji vê têkoşînê re dike."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo hêjayî bîranîna şehîdên xwe û vê têkoşînê bibin, em ê bi her awayî têkoşîna xwe bidomînin û em xeta xiyanetê hişyar dikin; wan destên xwe yên bi xwîn vekişînin! Her hêza xayin û dewletê ya ku destê wan di xwîna şehîdên me de heye wê bibin hedefa me."

AVAHIYA SAZIYA DEWLETÊ HATE ŞEWITANDIN

Têkildarî çalakiyê jî ev agahî hatin parvekirin:

"9'ê Hezîranê saet di 23:00 de li navçeya Çinarê ya Amedê li dijî navenda belavkirinê ya giştî ya trafo ya TEDAŞ'ê û avahiyeke wê çalakiyek hate lidarxistin. Bi çekên ferdî li avahiyê û navenda trafo hate reşandin û hêzên ewlekariyê yên li ber avahiyê reviyan. Yekîneya me piştre avahî Û navenda trafoyê bi çalakiya sabotajê teqandin, şewitandin. Di encama çalakiyê de xisareke mezin a madî bû."