Yekîneya Tolhildanê çalakiyên li dijî polîsan a li Baxlarê li xwe girt

Koma Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Mervan Amed bi daxuyaniyeke du çalakiyên 15 û 17’ê Tebaxê yên li navçeya Baxlarê ya Amedê ya li dijî polîsan li xwe girt. Yekîneyê got di çalakiyan de herî kêm 2 tîmên taybet hatin kuştin.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Mervan Amed daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got; “Yekîneyên me ya Şehîd Mervan Amed roja 15’ê Tebaxê li dijî qereqola polîsan a li navçeya Baxlarê ya Amedê bi bombeyên destan çalakiyek bandor lidarxist. Di vê çalakiyê de hejmara polisê kuştî û birîndar nehate zelal kirin, zirareke mezin gihişte qereqol û wesayîtên polîsan.”

Têkildarî çalakiya din jî ev tişt hate gotin; “Roja 17’ê Tebaxê yekîneyên me li dijî polîsên tevgera taybet ên li nêzî Bazara Şeytan a Taxa Fatîh ya navçeya Baxlarê ya Amedê çalakiyek bandar li dar xist. Endamên Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Mervan Amed bi çekan li polîsên tevgera taybet dan.

Di vê çalakiyê de 2 polîsên tevgera taybet hatin kuştin û polîsekî tevgera taybet jî birîndar bû. Piştî çalakiyê dewleta TC’ê ya faşîst xwest kuştiyên polîsan ji raya giştî veşêre û bi rêya çapemeniya şerê taybet nûçeyên derew weşandiye û xwestiye rastiyan berevajî bike.”