Yekîneya bersivdanê ya YPS'ê agir berda depoya rêveberê AKP'yî
Yekîneya bersivdanê ya Sema Eylul a YPS JIN'ê ragihand ku li Amedê agir berdan depoya alavan û mobîlya endamê desteya rêveber a bajêr ê AKP'ê.
Yekîneya bersivdanê ya Sema Eylul a YPS JIN'ê ragihand ku li Amedê agir berdan depoya alavan û mobîlya endamê desteya rêveber a bajêr ê AKP'ê.
Yekîneya bersivdanê ya Sema Eylul a YPS JIN'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku şeva 20'ê Tebaxê li bûlwara girtîgehê ya Kolana Emekê ya li navçeya Baglar a Amedê li hemberî depoya alavan û mobîlya kesê bi navê Abdulrahman Elbey ku endamê desteya rêveberiyê ya bajêr ê AKP'ê ye çalakî kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Yên ku xiyanetê li xak û nasnameya xwe dikin, parçeyek ji polîtîkaya şerê taybet a dijmin e. Bi van kesên hatine xistin, hewl tê dayin ku şerê azadiyê yê gelê Kurd bê astengkirin. Kesên ku felsefeya dijmin pejirandine û bêexlaqiya dijmin li ser gelê xwe ferz dikin, mafê xwe nîne li xaka Kurdistanê bimîne."