‘Yê nekaribe pirsgirêka Kurd çareser bike wê têk biçe’

Li Geverê di hevdîtinên bi gel re yên “Dema azadiyê” de siyasetmedar axivîn û ev peyama ‘Yê pirsgirêka Kurd çareser neke wê têk biçe’ dan. Her wiha ji bo çareseriyê îşaret bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Hevdîtinên bi gel re yên "Dema Azadiyê" yên Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk ên li Colemêrg û navçeyên wê didomin. Aydenîz û Ozturk, li navçeya Geverê li Eywaneke Dewetê bi gel re hatin gelhev. Li eywanê pankartên "Em tecrîdê bişikînin û azadiyê pêk bînin" , "Êdî bes e dema dema azadiyê ye" û " Em li dijî faşîzmê xwe bi rêxistin dikin" hatin vekirin.

Hevseroka BDP'ê Aydenîz di hevdîtinê de axivî û wiha got: "Têkoşîna Kurdan a bibiryar didome. AKP'ê zextên xwe yên li ser Kurdan zêde dike û desthilata xwe didomîne. Êşeke ku desthilatê bi Kurdan nedabe kişandin nemaye. Lê Kurdan jî her ziman, vîn û axa xwe parastine. Kurd li ser piya ne. Desthilata ku pirsgirêka Kurd çareser neke mehkûmê têkçûnê ye. Zilm û zordariya wan encam negirtiye û wê ji niha şûn ve jî negire. Îro li Îmraliyê tecrîdeke mezin heye û li tevahiya welat belav bûye. Divê vê baş bizanibin, heta ku Ocalan azad nebe û neyê nava gel wê têkoşîna me bidome. Sekn û nêrinên Birêz Ocalan hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo Rojhilata Navîn mînak in. Divê em piştgirî bidin çalakiya greva birçîbûna ya li girtîgehan a ji bo rakirina tecrîdê. Ev daxwaz hiqûqî, wijdanî û sincî ne. Lê divê em tenê bar li ser milê girtiyan nehêlin. Divê gelê me piştgirî bide van daxwazan û têbikoşe. AKP-MHP ji bo mayîna li desthilatê şerekî qirêj dimeşînin. Em li her derê dibêjin careke din li vir jî bibêjein muxatabê çareserkirina pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan e. Hûn jî muxatabê xwe zelal bikin û vê pirsgirêkê çareser bikin."

Di berdawamê de Aydenîz, destnîşan kir ku li Tirkiye û Rojhilata Navîn Kurd teşe didin siyasetê û ev tişt anîn ziman: "Hemû dinya û Tirkiye jî hêza Kurdan dizane.Kurd xwedî hêz û vîneke mezin in. Îro li welatên mîna Tirkiyeyê dixwazin parçebûnê di navbera Kurdan pêk bînin. Lê bila kes meraq neke wê Kurd tifaqa xwe pêk bînin û bi hev re tevbigerin. Kesên ku dixwazin pêşiya vê tifaqê bigirin li hemberî vî gelî û dîrokê hesan bidin. Ji bo jiyana azad divê yekitiya neteweyî ya Kurdan pêk were. Divê pêngavên ji bo vê demildest bên avêtin. Yekitiya neteweyî ne ji bo berjewendiya malbat û eşîrekî ji bo berjewendiya tevahiya Kurdan e. Vê desthilatê hemû zilm û zordarî li dijî Kurdan pêk aniye. Li ser vê dixwazin desthilata xwe bidomînin. Lê gelê li ser piya ye û têdikoşe. Em ê qet di paş de gav navêjin. Wê îsal bibe sala Kurdan û sala azadiya Birêz Ocalan."

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk jî bal kişand ser zextên li dijî Kurdan û helwesta PDK'ê ya ya li dijî van zextan û têkildarî mijarê ev tişt gotin: "Desthilat 6 sal in polîtîkayeke wisa dimeşîne ku difkire wê Kurd bibêjin em ne Kurd in, bi Kurdî neaxivin û li nasnameya xwe xwedî dernekevin. Suleyman Soylû her carê dibêje em biqedînin lê em dîsa li vir, li Gever û li Kurdistanê ne. Di sala 2015'an de difikirîn ku tecrîda li ser Birêz Ocalan giran bikin û statuya li her çar parçeyên Kurdistanê parça bikin. Lê gelê li her qadê bersiva wan da. Hûn bi girtin, dagirkirin, kuştin, hilweşandina bajaran nikarin Kurdan biqedînin. Hûn çi dikin bikin wê Kurd dev ji rûmeta xwe bernedin. Divê herkes zanibe ku ev der xaka me ye û Kurdistan e. Ne tenê li vir li Rojava û Başûr jî  heman tiştî dikin û roj bi rol bin cih dibin. Peywira me ye ku li her derê em berjewendiyên Kurdan bifikirin. Îro xaka Başûr tê dagirkirin lê kes dengê xwe dernaxe. Divê vê bizaninin Sadam çi qas zalim be Tayyîp Erdogan û ev desthilat jî 100 qatî zalim e. Divê Barzanî vê baş bizanibe. Ma gelo gotineke we ji bo vê rewşê tune ye? Em li vir ev encam derdixin; li vir ne berjwendiyên gelê Kurd berjewendiyên hin kesan tê fikîrin. Kurd ji zihniyet û berjewendiyên te mezintir in. Vê wiha bizanibin. Bedêla vê ne hûn gel dide."

Ozturk, qala tespît û nirxandinên Ocalan ên ji bo yekîtiya neteweyî kirin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Heke yekitiya Ocalan bal dikişand serê çêbûna wê îro Tirkiye nikaribûna ketina Herêma Kurdistanê. Lê ji bo vê hê jî ne dereng e. Divê demildest Kurd vê yekitiyê pêk bînin. Em nasname û partiyên xwe bidin aliyekî berjwendî û yekitiya gelê Kurd pêk bînin. Ne îro divê em sed sal in pêşiya Kurdan bifikirin. Divê li her çar parçeyan jî Kurd têkoşîna vê biddin. Em bang li gelê xwe dikin em ji her demê baştir û bihêztir in. Muxatabê tekane yê pirsgirêka Kurd Ocalan e. Çareserî û dermanê pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan e. Nifte Ocalan e. Nifteya azadî û pêkve jiyanê bi Ocalan dikare vebe. Derdê me ne Tayyîp Erdogan e. Wê Erdogan biçe kesekî din bê. Pirsgirêke ku Kurd sed sal e bi pergalê re dijîn heye. Tişta esas guhertina pergalê ye. Em ê ji bo vê têbikoşin. Weke Kurd em dibêjin, 'Ya azadî ya azadî'."