YE ji bo 5 rojnamevanan nerazîbûn nîşanî Hewlêr da

Delegasyona Yekîtiya Ewropa nerazîbûn nîşanî girtina 5 rojnamevanên li Başûrê Kurdistanê hatin girtin da, bal kişand ser zextên siyasî yên li ser dozê.

Delegasyona Yekîtiya Ewropa li gel serokên Mîsyona YE ya Iraqê û bi hevpar daxuyaniyek dan.

Nûnertiya Yekîtiya Ewrupa ya li Iraqê derbarê biryara Dadgeha Herêmê ya têkildarî girtiyên Behdînanê de got: “Em ji biryarê bi fikiran, di dema dadgehkirinê de rêz li binemayên serekî yên dadgehê nehatiye girtin.”

Nûnertiya Yekîtiya Ewrupa ya li Iraqê derbarê mijarê daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hate gotin: “UNAMI (Komîsyona Alîkariya Iraqê ya Girêdayî Neteweyên Yekbûyî) nerazîbûna xwe anîbû ziman, herwiha rapora di 12’ê Adarê de jî hatî belavkirin, têde hate xwestin rêz li bingehên serekî yên dadgehê werin girtin. Em bang li berpirsên herêmê dikin da ku pêşniyarên serekî yên rapora UNAMI berçvan bigrin. Ji ber ku di dema dadgehkirinê de rêz li bingehên dadgehê nehatiye girtin.

Tol hilandina ji rojnamegeran û rê li ber girtina çalakvanan, weke amrazek ji bo sînordarkirina azadiya fikir û raman tê bikaranîn. Azadiya raman, azadiya medya û dadgeha serbixwe, pêkhateyên serekî yên demokrasiyêne.”

Roja 16’ê Sibata 2021 Dadgeha Ceza ya Hewlêrê li her yek Guhdar Zêbarî, Harîwan Îsa, Şivan Seîd, Şêrwan Şêrwanî û Eyaz Kerîm 6 sal cezayê girtîgehê birî. Piştî biryarê parêzaran biryar îtiraz kirin û li serî li Dadgeha Temîzê dan.

Tevî hemû nerazîbûn û bertekên navxweyî û navneteweyî Dadgeha Temîzê ya Herêma Kurdistanê ev cezayê li rojnameger û aktivîstên Behdînan hatî birîn di 27’ê Nîsanê de erê kir.

Piştre careke din di 20’ê Gulanê de parêzaran biryara Dadgeha Temîzê îtiraz kir ku biryarê li ber çavan re derbas bike. Lê, 27 Hezîranê parêzerên dozê ragihandin ku di 20’ê Hezîranê de Dadgeha Temîzê biryarê, weke heyî erêkiriye. Nerazîbûna li hemberî biryarda Dadgehê her ku diçe zêde dibe.