YCR: Ya li Kobanê bi ser ket, rastiya ciwanên şerker bû

Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) da xuyakirin, ku li Kobanê şer di navbera jiyana û mirinê, hebûn û tinebûnê, ronahî û tarîtiyê de hat kirin û got, "Ya li Kobanê bi ser ket, rastiya ciwanên şerker ê serdemê bû."

Yekîtiya Ciwanên Rojava bi wesîleya salvegera serketina berxwedana Kobanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ev berxwedan ji bo gelên Kurdistanî û gelên Sûriyeyê û Rojhilata Navîn nimûneya demokrasî, azadî, wekhevî û jiyana bi wate ye û hat destnîşankirin, ku Kobanê bûye tolhildana dîrokê.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rola ciwanan a di berxwedanê de û hat gotin, "Li Kobanê şer di navbera jiyana û mirinê, hebûn û tinebûnê, ronahî û tarîtiyê de hat kirin."

Yekîtiya Ciwanên Rojava destnîşan kir hêza li Kobanê bi ser ket, ciwanên şerker ên serdemê bû û wiha dewam kir, "Kobanê bûbû biryara serketinê û bi vê biryarê ciwanên Kurdistanî, bi taybet ciwanên Bakurê Kurdistanê, bi germahiya dilê xwe herikîn Kobanê û bi pêşengtiya Rênas, Jiyan û Gerîla'yan destanên ciwantiyê nivîsandin. Di Kobanê de yê ku bi serket rastiya ciwanên şerker û serdemê bû; bi taybetî ciwanên Bakurê Kurdistanê ku bê teredud sînor û dagirkerî parçekirin û bi hêrsa xwe ya bê hempa re dijmin tinekirin. Li Kobanê ji nû ve nasnameya ciwanên azad hate hûnandin."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû ciwanan hat kirin, ku xwedî li vê berxwedanê derkevin bi xwedî derketina li Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê biherikin nava refên şoreşê.