YCÊ di çarçoveya pêngava ‘Serî Hilde’ de meşak lidar xist

Ciwanên Şengalê jî tevlî Pêngava serî hilde bûn û îro meşek meşaleyî lidar xistin. Meşê ji ber avahiya Jinên Ciwan destpê kir û heta ber avahiya Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) dewam kir.

Bi sedan ciwanên Şengalê bi meşeke meşaleyî tevlî pêngava Serî Hilde bûn û bi yek dengî gotin ‘SERÎ HILDE’.

Ciwanan di meşê de bal kişandi ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan û destnîşan kirin ku heta agahiyek ji Ocalan bigirin wê çalakiyên xwe bidomînin.

Piştî meş li ber avahiya YCÊ’ê rawestiya û şûnde li ser navê YCÊ Harûn Diyar axivî. Diyar bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û got: “Em weke ciwanên Êzidî tecrîda li ser Ocalan qebûl nakin. Heta ku em bigihin armanca xwe em ê li dijî tecrîda girankirî ya dewleta Tirk a mêtînger li ser Rêbertiya me dide kirin, bişkîne dengê xwe bigihînin tevahî cîhanê. Wê çalakiyên me bidomin.

Diyar êrîşên dewleta Tirk a li ser Hêzên Parastina Cewherî ya Mexmûrê jî şermezar kir û got: Ti karê dewleta Tirk ne li ser axa Başûrê Kurdistan û xaka Iraqê nîne ku êrîşan li ser gelê me bide kirin.”

Herî dawî Diyar bang kir ku divê her ciwanek Êzidî ji bo Ocalan dakeve qadan û destnîşan kir ku heta azadiya Ocalan wê li qadan çalakiyan lidar bixin.

Li ser navê Jinên Ciwan jî Sebîha Sebrî axivî' û got: “Em tecrîda li ser Birêz Ocalan şermezar dikin. Îro ji me jinên ciwan tolhildan tê xwestin, divê jinên Êzidî tev rabin ser xwe û serî hildin.”

Sebrî bal kişand ser rola ramana Ocalan û got: “Em bi raman û felsefeya Ocalan li ser linganin, heta dawiyê em ê şopdarê raman û vê fikrê bin.”

Maşa ciwanan bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Ji Ocalan re azadî’ bi dawî bû.