YBŞ/YJŞ: Hêzên PDK’ê divê bi lezgînî paşve vekişin

Fermandariya YBŞ/YJŞ’ê, diyar kir ku fermanên têkildarî hewldanên PDK’ê yên Xanesorê ji Enqereyê hatine dayîn.

Fermandariya YBŞ/YJŞ’ê ya ku daxuyaniyek nivîskî da, diyar kir ku ‘Pêşmergeyên Rojava’ yên bi ser PDK’ê ve hewl dan ku xwe li Xanesor a di bin kontrola hêzên girêdayî YBŞ/YJŞ’ê de ne bi cih bikin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Xanesor di dawiya 2014’an de ji aliyê hêzên YBŞ/YJŞ’ê ve ji çeteyên DAIŞ’ê hatibû paqijkirin û azadkirin. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “2’ê Adarê saet di derorî 2:00’an koma bi navê ‘Pêşmergeyên Rojava’ ku bi ser PDK’ê ne hewldan bikeve Xanesor a ku hêzên me lê ne, bibin. Weke ku tê zanîn Xanesor di dawiya peyîza 2014’an de ji aliyê hêzên me ve ji çeteyên DAIŞ’ê hate paqîjkirin û azadkirin, ji wê rojê heta niha hêzên mel ê bi cih bûne. Pêkhatina vê hewldanê ya piştî ziyareta Barazanî ya Enqerê, ne tesadûfe. Bi temamî hewldanekî ya provakatorkirinê ye, li ser fermanên ji Enqerê hatine, aramca mudaxelekirina vînê û lihevxistina yekîneyên Êzidiyên Şengalê ye.

Em weke hêzên YBŞ/YJŞ’ê, alîgirên wê yekêne ku ti aloziyek negengaz rû nedine. Divê bi lezgînî ev hêz paşve vekişin û ji herêmên me derbikevin.

Banga me ji bo gelê me; divê li pêşberî vê hewldanê bi hişyar û herstyar tevbigerin û li ser vî bingehî bikevin tevgerê.”