YBŞ û YJŞ: Em ê gelê xwe biparêzin

Fermandariya YBŞ û YJŞ’ê têkildarî sala nû wiha gotin; “Em ji bo hemû gelê xwe soza xwe dubare dikin ku heta em hebin wê ev gel bê parastin nemîne.”

Di Sala 2019’an de gelek bûyerên bi êş qewimîn, gelek listokên dijmin hatine meşandin û her wisa çand cara ji aliyê dewleta Tirk a dagirker a dagirker vê êrîşên teybet li ser hêzên parastine Êzidîxanê çê bû. Lê YBŞ û YJŞ hertim listokên wan vala derdixin û rolekî xwe yê girÎng ji bo gelê xwe dane meşandin û li heber dijmin tekoşîne û berxwedeniya xwe berdewem dikin û soza xwe jî ji bo parastina gelê xwe nû dikin.

Ji Fermandarên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Tîrêj Şengalî û ji Fermandarên Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Viyan Hebabî beşdarî Radyoya Dengê Çira Şengalê bûn û sala 2019’an nirxandin.

Destpêkê Viyan Hebabî axivî û wiha got; “Sala 2019 an saleka tijî bû, êş hebû, alozî hebûn û li hember wê berxwedenî jî hebû. Wek YBŞ û YJŞ rolekî xwe yê girÎng listin, ji ber ku gelek bûyerên girîng rûdan û di nava wan buyeran de jî YBŞ û YJŞ jî cihê xwe giritin. Gelek xêrnexwazên gelê me hene û yên ku naxwazin gelê Ezîdî bibê yê xwe gelek in.”

‘EM Ê GELÊ XWE JI HEMÛ XETERIYAN BIPARÊZ IN’

Hebabî bi domdarî got; “Bi taybet li dijî YBŞ û YJŞ’ê gelek şerê taybet hate kirin, her wiha em jî ji bo hemû listokan hazir bûn. ji ber ku em YBŞ û YJŞ’ê soza me ew e ku em gelê xwe ji hemû xeteriyan biparêzin û nehêlin ku gelê me bikeve xeteriyê.”

‘GELÊ ME JÎ DIZANE KU HÊZAN WAN DIPARÊZE YBŞ Û YJŞ NE’

Fermandara YJŞ’ê Viyan Hebabî wiha domand; “Av disekinê lê dijmen nasekin, ji ber wê divê em zanibin ku dijmenê me nasekinê divê gelê me jî baş şiyar bin li heber hemû listokan û li bember hemû pilan û êrîşên dijmen hazir bin. Niha gelê me jî dizanin ku hêza wan YBŞ û YJŞ ne, ji dervî wan tu hêza din ku wan biparêzê nîne.”

‘EGER IRAQ DIBÊJE YBŞ Û YJŞ HÊZEKE FERMÎ NE DIVÊ XWESEIYA ŞENGALÊ QEBÛL BIKIN’

Viyan îşaret bi aloziyên navbera wan û hêzên Iraqê kir û got; “Di sala 2019’an de hinek alozî hebû, deriyekî gelekê girîng hebû ji bo gelê Şengalê ew jî dereyên navbera Şenngalê û Rojava bû. Ji ber ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de eger ew derî jî neba wê gelê Şengalê jî yekser perîşan be û hin bêtir jî zehmetî hatiban kişandin. Diviyabû ku hikumeta navendî bi şiklekî rismî ev deriyê sînor ji bo gelê Şengalê vekirbe, gelê cara girtine wî derî bû sedem ku dîlên me yên ku ev 5 salin di destê çeteyên DAÎŞ’ê dene nikarîbûn derbasî Şengalê bibin. Dewleta Iraqê jî dizanê ku ev derî deriyekî bi xwenê hatibû vekirin, lê ji aliyê wan ve hatiya girtin ev jî bû sedem ku di navbera me û wan de jî alozî çêbibin. Gava ku alozî di navbera me û hikûmeta Iraqê de derkevê li ser gel jî bandora xwe çêdika. Eger hikûmeta Iraqê dibêje YBŞ û YJŞ hêzeke fermî ne û girêdeyê Iraqê ye divê ku xwesriya Şenngalê jî qebûl bikin.”

Viyan diyar kir ku gelek operasyonên YBŞ û YJŞ’ê li dijî şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê hatine lidarxistin û wiha domand; “Her wisa li gelê cihana de ji bo parstina gel di gelekê cihan de hazirbûn û ne tenê ji bo gelê Êzidxanê erkê parastinê dikin ji hemû gelê ku li Şengalê jiyan dikin wê nehêlê ku bê parastin bimînin li kur pêwistî hebê emê ji li wir bin.”

‘HINCETÊN TIRK A DAGIRKERIYÊ BÊ ENCAM IN’

Hebabî qala êrîşên dewleta Tirk a dagirker a dagirker ên li dijî Şengalê jî kir û wiha domand; “Di sala 2019’an de dewlet Tirk a dagirker çand caran bi balefirên bê mirov êrîşî Şengalê kir lê bi van êrîşên xwe şerê teybat jî dide meşendin. di nava gelê me de bi hincete ku PKK li Şengalê yê êrîş dike. Lê em dizanin ku hemû fermanê ku hatine serê êzîdiyan ji aliyê dewlet Tirk a dagirker ve pêk hatine. wê demê PKK her tim ne li holê bû. Bi van fermanên xwe û bi van êrîşên xwe dixwazê ku gelê me tinebike, lê heta niha jî wekî gotine wî nebûye. Bi berxwedene keç û xortên Şengalê ev gelê Êzidî hatiya parstin divê gelê me jî di ferqê de bê, ku em wekî YBŞ û YJŞ heta roja dewiya emrê xwe jî, em ji bo parstinê û ji bo têkoşîne li hember dijmin meşandin em hazirin û em ê bikin.”

‘ŞANEYÊN VEŞARTÎ YÊN DAÎŞ’Ê JI ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK SUDê DIBÎNIN’

Viyan îşaret bi şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê kir û got; gava ku li rojave yê kurdistanê jî Tirk a dagirker ew qasî êrîş dika deiş jî dixwazê xwe zindî bika, ji bo wê jî hinek şaneyên veşertî yên DAÎŞ’ê bi alîkariya hinek aliyan kete hermên Şengalê û dixwest ku disa xwe bi cih bika û xwe avabika. Lê di encama operasyonin YBŞ û YJŞ ew şaneyên veşertî negehiştin armanca xwe û êrîşên wan vala derketin.”

Hebabî wiha jî got; “Em sala 2020’an li hemû gelê xwe yê Êzidî, hemû şervanên azadiyê û li hemû gelê bindest pîroz dikin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku ew jî şiyar bin û yekser xwedî li hêzên xwe wek YBŞ û YJŞ derkevin em zarokê vî gelîne ji bo wê heta dawiyê emê dev ji gelê xwe bernedin û em li pişte gelê xwe bin, di vê sala 2020’an de em têkoşîne xwe xurtbikin hêze xwe mezintri bikin ji ber ku divê berxwedeniyekî mezintri bê deyîn ji bo gelê Êzidîxanê.”

‘SALA 2019’AN JI NÛ VE XWE AVAKIRINA YBŞ Û YJŞ’Ê BÛ’

Fermandarê YBŞ’ê Tîrej Şengalî ji wiha axivî; “Sala 2019 an de bi xweşî û nexweşyên xweve tijî bû. Di sala 2019 an de di hemû cihanê de wekî qetandina DAÎŞ’ê bû. Li ser destê hêzên kurdî, hêzekî wekî terorên DAÎŞ’ê hatine li navbirin. Disa bi kuştine serkirdeyê DAÎŞ’ê Ebûbekir El Bexdaî, ev ji bo me jî bûyerên giring bû û em jî hêz û mural girtin.

Disa hêzên me jî, ji destpêka fermanê heta em li pey tolhildane keç û jinê ku ketine destê DAÎŞ’ê bune. Ji ber wê yekê me dixwest di destpêkê de em tola wan dayik û xwişkan ji çeteyên DAÎŞ’ê hilînin. Her wisa Şengalî got planê me yê destpêkê ya sala 2019’an de ew bû xwe ji nûde avakirin, xwe ji nû de perwedekirin û li hemberî paşmayîên DAÎŞ’ê tekoşînekî xurt dane meşandin. Disa gelek hemle datine destpêkirin û gelek çeteyên DAÎŞ’ê hatina giritn û şaneyên DAÎŞ ên ku li hinek cihan xwe bi cih kirî bû li ser wî esasî opererasyonê hevbeş hatine meşandin û di hemûyan de jî YBŞ jî cihê xwe giritiye û rolekî xwe lîstiye. Ji bo ku gelê me karibê rehet li ser axa xwe jiyan bika.”

‘GELEK XÊRNEXWAZÊN ÊZIDIYAN HENE DIXWAZIN ALIZÎ MEZIN BIBIN’

Şengalî bi domdarî got; “Di navbera me û hêzên Iraqê de jî tensîq heya, ji berê de hêzên Iraqê ji nêz ve YBŞ û YJŞ nas dikin lê deme ku hêzên cûda li cihan de hebin bê goman wê carnan alozî jî derkevin.

Lê ya herî girîng gelek xêrnexwazên Êzidîyan hene dixwest ev alzoî mezin bikin û di nava gelê me de metirsiyê avabkin. Gelê Êzidî divê xwe baş nasbika ji dervî ku em parastine xwe bikin tu kes ji bo gelê Êzidî parstinê naka. Ji dervê bandorên gelekê mezin li ser gelê me çêdibê ji ber ku gava gel ne li ser axa xwebê bê ku pê bihisî têye hilandin. Reşkirina hêzên me wek YBŞ û YJŞ ji aliyê hink hêzên cide û cihên cide jî çêdibê,ji bo vêyekê me xwest em pêşengtiyê bikin û bibin bersive her êrîş û pilanên ku li ser gelê me têne meşandin.”

Tîrêj Şengalî wiha domand; “Gelê me jî heta bi astekî baş têgehiştiya tenê YBŞ û YJŞ dikarê parastina wan bika, gel jî êdî hinek tiştan bi çavê xwe dibînê ku çawa hêzên parastine wan û axa wan diparêzin û bi seya wan dikarin di welatê xwe bijîn.”

‘HÊZÊN GIRÊDAYÎ PDK’Ê NAXWAZIN HÊZEKE HEVBEŞ JI BO ŞENGALÊ AVA BIKIN’

Fermandarê YBŞ’ê Tîrej Şengalî di berdewamiya axaftina xwe de got; “Hêzên ku girêdayê PDK ê ne bi wan re heta niha ti tensîqêkî çênebûye, ji ber ku me gelek hewldan kirin jî, ji aliyê wan ve ti hewldan çênebû û nexwestin ku em hêzekî hebeş ji bo parastina axa Êzidîxanê çêbikin. Her tim xwe ji me cude dîtin û xwe didina aliyekî din, em dibînin ku ji hemû demê zêdetir niha firset heya ku em bibin yek û hebeş bi hever karibin parastina axa xwe bikin û li heber hemû pilanên qirêj yên dijmen bisekinîn.

Dema ku dewlet Tirk a dagirker êrîşî hêzên parastina Êzidîxanê dika di heme demê de êrîşî hemû Şengalê dika. dewlete Iraqê jî li hember van êrîşan bêdenge ji ber ku heta niha nikarê parastine xwe baş bika. Hinek daxweyanî dan lê ne cidî bû têrêndikir ku karibê wan êrîşan rewstînê.

Dewleta Tirk a dagirker dixwazê carake din osmaniya xwe ji nû de avabika, lê her tim bi hincete ku PKK li Şengalê êrîş dika û şerekî teybat dimeşînê tev digerin.”

‘IRAQ Û HERÊMA KURDISTANÊ LI BERAMBERÎ ÊRÎŞÊN DIJÎ ME BÊDENG MAN’

Herî dawî Şengalî got; “Ev êrîş tenê li ser Şengalê nine hikumeta herema Kurdistanê jî li heber hemû êrîşên ku li ser Şengalê tên bê denge. Eger îro li serê şingal bê wê sibe li li ser başûr bê ji bo divê, hemû hêzên kurdî jî li hember êrîşên tirakan bê dengê neben ev bêdengî wê xeteriyan bi xwere bînê.

sala pêşiya me jî de wê hertim xweşî û nexweşî jî hebin, dibê li hember wê êrîşan em hazirbin ji ber ku di hemû Rojhilata Navîne de şerek heya û em jî di nav de ne, teybat wekî Iraqê di nava aloziyên mezin de ye. Niha dewlet jî bê serwere, hêzên ji derve jî wê ber van bidin kû nediyare. Ji ber wê divê em YBŞ û YJŞ hem û gelê Êzidxanê hêz bidin kar û xebatê xwe ji bo parstinê hazirtiyên baş bêne kirin. Di heman demê de em dixwazin hemû hêvî û dexwazên gelê xwe pêk bînî û em ji bo hemû gelê xwe soza xwe dubare dikin ku heta em hebin wê ev gel bê parasitn nemînê.”