YBŞ gav bi gav profesyonel dibe

54 şervanên YBŞ'ê yên li Dibistana Tîrêj Aso li ser pisporî û profesyonelbûnê perwerde dîtin, mezûn bûn.

Dewreya perwerdeyê ya li Dibistana Tîrêj Aso ya Sûîqestê û Dibistana Çekên Nîv Otomatîk a Şehîd Mazdek bi merasîmekê dawî bû. Bi vê dewreyê re 54 şervan mezûn bûn.
 
Ji fermandarên YBŞ’ê Dijwar Feqîr ê di girtina dewreya perwerdeyê de axivî, got: "Di aliyê bikaranîna çekan û xweparastinê de pisporî, di aliyê leşkerî de kûrbûn û serwextbûn ji bo niha pêdiviya me ya herî jiyanî ye."
  
Feqîr diyar kir ku ev dewreya perwerdeyê bi ked û hewldanên mezin ên hevalên wan bi dawî bûye û got: "Em vê dewreyê di serî de li Rêber Apo, li tevayî gelê xwe û hevrêyên xwe pîroz dikin. Em diyarî gelê me yê welatparêz û malbatên şehîdan dikin. Em êdî bi ked û hewldana xwe hêza xwe ya meşrû hê mezintir dikin. Ji ber vê me gotibû ji av û xwarinê hê zêdetir pêwîstiya me bi perwerde û serwextbûnê heye. Kî careke din îradeya vî gelî tine bihesibîne û êrîş bike, hewl bide dagir bike wê berê van çekan bizivire wan."
 
Feqîr axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Xeta sêyemîn xeta Rêbertî, şehîdan, azadî û xweparastinê ye. Em ê xwe biparêzin, xwe perwerde bikin, hêza xwe esas bigirin. Em ji xwe bawer bin, ne bi hêzeke derveyî me. Wê demê em ê karibin pêşiya fermanan bigirin."
 
Merasîm bi sondxwarinê û aktîvîteyên çandî yên ji aliyê şervanan ve hatibûn amadekirin bi dawî bû.