YBŞ: Di êrîşên dewleta Tirk de 6 hevalên me şehîd bûn
Fermandariya YBŞ'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrîşên şeva 25'ê Cotmehê de yên li seranserê Şengalê hate kirin, 6 şervanên wan şehîd bûne.
Fermandariya YBŞ'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrîşên şeva 25'ê Cotmehê de yên li seranserê Şengalê hate kirin, 6 şervanên wan şehîd bûne.
Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên hewayî ku şeva 25'ê Cotmehê li Şengalê kir, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di van 3 rojên dawiyê de dewleta Tirk ya dagirker û qirker hem bi balafirên şer hem jî bi balafirên bêmirov yê SİHA êrişên berfireh ser Şengalê pêkanîn. Bi giştî 16 cîh bombebarankirin. Piraniya van cîhên hatine bombebarankirin cîhên ku medenî lê jiyandikirin bûn. Me beriya niha jî dabû diyarkirin ku dewleta Tirk ya faşîst bêyku ferk û cûdahiyê têxe nava medenî û leşkerî de bi şêwazekê seransere- çawalêhato ve êriş dike. Di encama van êrişan de jî gelek caran medenî birîndar bûne an ji şehîd bûne. Dewleta Tirk a dagirker şeva 24’ê Cotmehê devera Barê ya li komelgeha Xanesorê bombebaran kir û di encama vê êrişê de hevrêyê me Rojhat Ereb şehîd bû. Her wiha di êrişa dewleta Tirk a faşîst ku şeva 25’ê Cotmehê ku bi balafirên şer pêkaniye de 11 cîh hatin bombebarankirin û carek din nava gund û bajaran jî hate hedef girtin. Di heman demî de di encama vê êrişê de ku şeva 25’ê Cotmehê pêkhatiye 5 hevrêyên me gihîştine şehadetê hevrêyekî me jî birîndar bû.
Nasnameya 6 hevrêyên me yên şehîd wiha ye;
Nasnav: Nemir Helîqî
Nav: Heval Nemir Qasim Elî
Navê Dayîk: Bihar
Navê Bav: Qasim Elî
Cih û Dîroka Şehadetê: 25 Cotmeh 2024'an
Nasnav: Orhan Şengal
Nav: Ûmran Ehmed Qasim Qolo
Navê Dayîk: Nofa
Navê Bav: Ehmed
Cih û Dîroka Şehadetê: 25 Cotmeh 2024'an
Nasnav Dilbirîn Şengal
Nav: Ezîz Xeyro Cirdo
Navê Dayîk: Gulê
Navê Bav: Xeyro
Cih û Dîroka Şehadetê: 25 Cotmeh 2024'an
Nasnas: Azad Şengalî
Nav: Raîd Xalid Husên
Navê Dayîk: Xezal
Navê Bav: Xalid
Cih û Dîroka Şehadetê: 25 Cotmeh 2024'an
Nasnav: Dilgeş Şengalî
Nav: Selah Hesen Emer
Cih û Dîroka Şehadetê: 25 Cotmeh 2024
Navê Kod: Rojhat Ereb
Nav: Wead Hemed Hîwed Hîklê
Navê Dayîk: Xidiriya Hewad Salîm
Navê Bav: Hemed Hîwed Hîklê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 24 Cotmeh 2024 / Barê
Di dewama daxuyaniyê de li ser jiyan û têkoşîna şervanên ku şehîd bûn ev agahî hatin dayin:
"Hevrêyên me Nemir, Azad, Ezîz, Orhan, Dilgeş û Rojhat ku her yek ji wan di dîrokê cûda de beşdarî nava refên têkoşînê bûne, bûn xwedî jiyanekê bedew û birûmet. Van hevrêyên me bi sekin, jiyan, fedekarî, kedkarî, cesaret û îradeya xwe ve jibona me nirxekê pir mezin ya têkoşînê hiştin. Xwedî li çanda berxwedêr a civaka xwe derketin. Bi teybetî malbatên me yên ji eşîrên civaka me ê eşîra Hebabî, eşîra Helqî û eşîra Feqîr di dîroka têkoşîna civaka me de xwedî cihekê bi nirx û watene. Di her serdema dîrokê de bûne xwediyê têkoşîna welatparêzî û xwe ji bedel dayînê nedane paş. Ev hevrêyên me jî bi heman ferasetê mezin bûne, rastiya civaka xwe jiyankirine, xwedî li nirx, bawerî, pîrozî, ol, çand û zimanê xwe derketine. Van hevrêyên me ev çanda resen di kesayetên xwe de bi jînkirine û bûne berdewamiya vê dîroka qehremaniyê. Di nava refên têkoşînê de ev zanist û feraseta xwe kirin bingehê hêza tolgirtin û ji dagirkeran hesap xwastinê. Tû caran teslîmiyet û jiyanekê ji rêzê jiyankirin, jibo xwe ne pejirandin û tenezûlê pergalê nekirin. Di her kêliya jiyana xwe a têkoşînê de xwe tû carî ji ked dayînê, xizmet kirin û bedel dayînê nedan paş. Kîjan erk dibe bila bibe, li kûderê xizmet pêwîst dikir bila bike û kijan şert û mercan de be bila bibe hertim bi xwastek û bi keyfxweşiyekê jibo pêkanîna erkên xwe amadebûn. Jibo wê jî hevrêyên me Nemir, Azad, Ezîz, Orhan û Dilgeş wê jibo me bibin mînakên herî bedew ê rast jiyankirin û beşdarbûyînê. Çawa ku di dîrokê de ji dagirkeran hesabên mezin hatine xwastin û tola dîrokê hatiye girtin helbet di şexsê van hevrêyên me de wê tola hemû şehîdên me ji dijminê civaka me werine xwastin. Em weke hevrêyên wan soza vê yekê carekedinê dûbaredikin. Ev êrîşên bêbext û tirsonek wê me tûcarî ji têkoşîna me durnexe, berovajiya wê wê me zêdetir xûrt bike. Dijminên me îro vê yekê jî baş dizanin. Ne tenê îro di dîrokê de ev hatiye şênberkirin ku dijmin wê nikare me tûne bike û axa me dagir bike.
Dewleta Tirk ya dagirker û qirker bi van êrîşên xwe ve careke dinê rastî û rûyê xwe ê dijminatiya civaka me da diyarkirin. Dewleta Tirk di dîrokê de dijminê me Êzidiya ye. Dijminê bav û qalên me ye. Di 70 fermanên ku li ser civaka me pêkhatinê de destê dewleta Tirk tê de heye. Lê belê lazime dewleta Tirk a qirker jî bizanibe çawa ku bav û qalên me li hemberî wê şerkirine em neviyên wan jî em ê bi heman rengî bi mezintirîn şer bikin. Bi teybetî em hêza parastina civaka xwe YBŞ-YJŞ ji herdemî zêdetir xwedî wê hêzêne ku civaka xwe li hemberî hemû cûre êrîşan biparêzîn û şerbikîn. Nimûneya vê yekê jî şerê ku me li hemberî çeteyên DAİŞ’ê daye raberkirin şênberiya vê yekê ye. Em li hemberî DAİŞ’ê bi serkeftî serkeftin. Em ê ji îro û şûnde jî bi heman rih û baweriyê ve serkeftî bibin. Heyanî niha me di fermanan de şehîd û berdêl didan. Lê ji îro û şûnde em ê jibo azadiya civaka xwe şehîdan bidin, bedelan bidin û têbikoşin. Ji xwe dewleta Tirk a dagirker ji vê yekê ditirse, eger dewleta Tirk a faşîst ji me YBŞ û civaka me ditirse tê wê watêyê ku em berbi serkeftinê ve dimeşin.
Ji bo wê jî çendî bi êrîşên xwe berdewam bike em jî bi tûndî li hemberî êrîşên wî bersivên pêwîst bidin. Eger êrîşê me û civaka me bike divê gelek hesaban ji bike. Em dizanin ku dewleta Tirk ne bi tena serê xwe van êrîşan pêktîne. Bi teybetî yê ku bingehê van êrîşan jibo dewleta Tirk çêdike PDK bi xwe ye. Em viya baş dizanin. Ev şênbere. Di aliyê dinê de jî hêzên ku berpirsiyarin û di heman demî de çavên xwe ji êrîşên dewleta Tirk re digirin lazime êdî li ber berpirsiyariyên xwe rabin. Bi teybetî hikûmeta Iraqê û hêzên koalîsyona Navnetewî divê dimildest li ber berpirsiyarên xwe rabin, çavên xwe ji êrîşên pêktêne negirin û berpirsiyartiyên xwe bizanibin.
Her wûha divê civaka me jî bi rihê têkoşerî û berxwedêriya şehîdan ve tevbigere. Lazime baş bê zanîn ku ji derveyî berxwedaniyê tû rê li pêşiya me nîne. Em ketibin vê riyê, em jibo serkeftinê ketine vê riyê. Em jibo keramet û şerefê ketine vê rêyê. Em jibo armancekê ketine vê rêyê. Em weke hêza parastina civaka xwe YBŞ-YJŞ çî dikeve ser milê me pêkanîn û çî bedel pêwîst bike em amadene bidin. Jibo wê jî ji her demê zêdetir derfet û destkeftiyên ku berxwedanî mezin bibe hatine bidestxistin. Rih, bawerî, îrade, zanistî, fedekarî û cesaretekê mezin hatiye afirandin. Helbet ev yek di encama ked û qehremaniyên mezin de hatiye bidestxistin. Yên ku ev yek jibo me afirandine bêgûman hevrêyên me yên şehîdin. Em bi saya wan şehîdan îro têkoşînekê mezin didin. Eger îro di Şengalê de em bibin hêza herî xurt ev bi saya bedel û keda hatiye dayîn ve çêbûye. Ev me di şerê li hemberî DAÎŞ'ê de ji raberkir. Kesên xwedî cek û hêzên mezinbûn li hemberî DAİŞ’ê berxwe nedan, reviyan û bûn navê îxanetê. Lê me weke gel û hêza parastinê mezin têkoşînkir û me rêya jiyanekê bi wate û bi şeref esasgirt. Çawa ku me ev şer biserxist em ê li hemberî dewleta Tirk a dagirker jî vî şerî serbêxîn. Bila tû gûmanên kesekê çênebin.
Ji ber ku YBŞ – YJŞ li ser esasê armancekê hatiye avakirin û rêxistinkirin. Ji bo wê jî cihê berxwedaniyê ye, cihê ji dagirkeriyê hesap xwastinê ye, cîhê tolgirtinê ye, cihê şeref û kerematê ye, cihê serfiraziyê ye, cihê mezin jiyankirin û têkoşînkirinê ye. Cihê xwe zanîn û naskirinê ye. Weke hêza parastina civaka xwe em bûne xwedî ezmûn û daneheviyekê mezin a li ser feraseta netewa demokratîk têkoşîn dike. Li ser esasê hişmendiya civakek demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê têdikoşeye.
Di heman demê de bêdengiya hikumeyita Iraqê cihê şermezariyê. Ax û serweriya wê tê binpêkirin. Hemwelatiyên wê tê hedef girtin. Lê mixabin tu helwestî cidî raber nake. Ev bêdengiya hikumeta Iraqê di mede wek civaka Êzidî gumanan bipêşdixe. Divêhikumeta Iraqê li erk û berpirsiyarên xwe yên hember serwriya ax, hemwelatî û ezmanê xwe xwedî derkeve.
Her wisa hêzên navdewletî û kewalisyon jî divê xwedî helwestbin. Ji ber ev êrîş ji derveyî hemû peyman û qanûn navnetewî ye.
Ji bo wê jî divê civaka me jî ji herdemî zêdetir ji bo xweserî û azadiya xwe bi cesaret, berpirsiyar û bi zanistî tevbigere. Me di vê oxirê de gelek bedelên giran dan, me gelek şehadet dan. Divê em di rêya van şehîdan de bimeşîn û van şehîdan jibo xwe esas bigirîn. Em encex div ê rêyê de dikarin bigîhîjin serkeftinê. Jiber ku ev nirx û destkeftiyên hatine avakirin bi keda şehîdan a 10 salan ve hatiye afirandin. Erka me jî ew e divê em teqez xwedî lê derbikevin.
Ev şehîdên me ku di van 3 rojên dawiyê de me dane, wan jî bi heman rengî xeta şehîdan a Mam Zekî, Zerdeşt, Seîd Hesen Seîd, Îsa, Dijwar, Pîr Çeko, Nujîn, Berîvan, Nujiyanan esas girtin, bi rihê van şehîdan jiyankirin, YBŞ û têkoşîn xurtkirin û mezinkirin. Helbet wê ji bo me jî bibin çavkaniya hêza têkoşîn û berxwedanê. Bi vî rihî ve li her cihî li hemberî dagirkerî û êrîşan têkoşîn kirin û bûn xwediyê kedekê mezin û bedew. Ev rihê şehîdan, berxwedaniya wan, bawerî, cesaret û fedekariya wan wê hertim li pêşiya me bibin ronahiya rêya zaferê.
Ser vî esasî em carekedinê ser saxiyê ji malbatên şehîdên xwe Nemir, Azad, Orhan, Ezîz, Dilgeş û Rojhat û di şexsê van malbatê xwe de jî ji tevahiya malbatên şehîdan û civaka xwe re dixwazin. Em soza xwe ya di xeta şehîdan de jiyankirin û têkoşînkirinê; xeyal û armancên şehîdan pêkanînê carekedinê di şexsê van hevrêyên xwe de dûbare dikin. Em dibêjîn di xeta şehîdan de an jiyaneke azad, bi rûmet û serbilindî em ê jiyan bikin an jî em ê tû jiyanekê dinê jibo xwe nepejirînin."