YBŞ: Di êrîşa dewleta Tirk de 3 hevreyên me şehîd bûn

YBŞ’ê ragihand ku di êrîşa balafira bê mirov ya dewleta Tirk a dagirker de 3 hevreyên wan şehîd bûne.

Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) têkîldarî êrîşa balafira bê mirov ya dewleta Tirk ya li dijî wesayiteke li Çiyayê Serdeşt ê Şengalê daxuyanî da.

Daxuyaniya YBŞ’ê wiha ye:

“Îro di saet 13:50’an de ji aliyê balafirên dewleta faşîst û qirker a dewleta Tirk ve wesayîtek hêzên me hate hedef girtin. Di encama vê êrîşa hovane de 3 hevreyên me gihîştin şehadetê.

Ev êrîşên dewleta dagirker û qirker a Tirk bi armanca têkbirina aramiya Şengal û vegera gelê me a li ser cih û warê xwe ye. Dijmin û xayinên ku difikirin bi van êrîşên tirsonek bi me gav paş de bidin avêtin bila bizanibin; em ê li ser rêça şehîdên xwe bimeşin heta ku em doza wan bibin serî. Em heya ev doz bi serkeftinê tacîdar nebe dev ji vê têkoşîn û berxwedana xwe ya mafdar bernadin.

Wê nasnameya hevalên me yên şehîd, demên pêş bi awayek berfireh bi raya giştî re were parvekirin.”