YBŞ: Şengal ji her demê bêhtir ewle ye

Fermandariya YBŞ'ê bersiv da hin daxuyaniyên li dijî ewlehiya Şengalê û diyar kir, ku Şengal ji beriya sala 2014'an jî ewletir e.

Fermandariya YBŞ’ê derbarê axaftinên Endamê Mekteba Siyasî ya PDK’ê Fazil Mîran ku îdîa kiribû ku xelkê Şengalê di ewlehiyê de nîne û YBŞ jî hêzeke ji derve heyatiye, êzidî nîn in de, daxuyaniyek nivîskî weşan.

Fermandariya YBŞ’ê ev îdîa bi tundî şermezar kirin û destnîşan kir ku Şengal ji her demê zêdetir ewle ye, hêza bingehîn a parastina wê jî YBŞ û YJŞ ye.

YBŞ'ê Fazil Mîranî weke yek ji berpirsyarên komkujiya 3'ê Tebaxa 2014'an a li Şengalê ku bi destê DAÎŞ'ê hate kirin pênase kir û bi bîr xist, ku ji ber vekişîna hêzên pêşmergeyan ên li wê derê bi hezaran Şengalî hatin qetilkirin, bi sed hezaran koçber bûn, êş, belengazî, birçîbûn û sefaletî li wan hate ferzkirin.

Fermandariya YBŞ'ê destnîşan kir ku heman siyaset, zor û zehmetî niha li Şengaliyên li kampên Başûrê Kurdistanê tê ferzkirin û jiyan li wan bûye mîna zindanê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi propaganda û siyaseta xwe îdîa dikin ku jiyana li kampan pir bi ewle û rehete, lê jiyana li Şengalê ne ewleye û sefaletiye."

YBŞ'ê diyar kir ku divê her kes zanibe, Şengal ji Hewlêr û Duhokê ewletir e û diyar kir, "Heta ji beriya fermana 2014’an jî bi ewletire. Ev êrişkirin ji hesûdiya wan tê. Ev ziman û siyaset ên dewleta Tirk in, bi wî zimanî diaxivin û dixwazin êrîşî gelê me bikin. Ji ber ku êdî ne gelê me ne jî cemaetên li gel van kesan bawerî pê nayînin."

Fermandariyê bi bîr xist ku ne Şengal Şengala berê ye, ne jî şêniyên wê ne yên berê ne û diyar kir, "Gelê me bi îradeya xwe di çarçoveya netewa demokratîk de xwe birêve dibe. YBŞ/YJŞ di çarçoveya pergala demokratîk de netewbûyîna herêmê diparêze."

YBŞ'ê bal kişand ser mafên Êzidiyên li herêma Şêxan û diyar kir, "Pêwîste mafê gelê me yê li Şêxanê jî were dayîn. Pêwîste gelê me li Şêxanê jî xweser be, rêveberiya xwe ava bike û parastina xwe bi xwe bike."

Fermandariya YBŞ'ê hişyarî da ku nêzîkatiyên bi vî rengî xizmetê ji gelê Kurd re nake, dikevin xizmeta dijminê Kurdan û destnîşan kir, "Em dibêjin ev şêwaz, neteweya Kurd jî dixe xeteriyê. Ji ber vê jî ev kesên weke Fazil Mîranî û partiyên wan bila dest ji van lêgerînên xirabkirinê berdin û pirsgirêkên xwe bi şewazê demokratîk, aştiyane û bi niqaşkirinê çareser bikin.

Êdî baweriya gelê me yê Êzîdî bi van keseyetan û PDK'ê nemaye. Ev kesên wisa bi van daxuyaniyên xwe dixwazin ewlekarî û aramiya gelê me xira bikin û viya ji bo xwe dikin armanc. Em weke hêzên cewherî yên Şengalê van daxuyaniyan bi tû awayî napejîrînin. Bila gelê me jî li hemberî van daxuyaniyan baldar be û jê bawer neke."