Yawer: Ji bo rizgarkirina Hewîceyê me û Iraqê li hev nekirine

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan Cebbar Yawer got, ji bo rizgarkirina Hewîce ji DAIŞ'ê ew li benda hikumeta Iraqê ne, lê belê li ser operasyonê wan heta niha bi hikumeta navendî re li hev nekirine.

Operasyona ji bo rizgarkirina Mûsilê ji çeteyên DAIŞ'ê, li çar taxên mayî dewam dike. Bal niha li ser herêmên dawî yên li Iraq û Başûrê Kurdistanê di destê DAIŞ'ê de ne. Nîqaşên li ser rizgarkirina navçeya Hewîce ya Kerkûkê û navçeya Telafer a Mûsilê, zêde bûne.

Hêzên Heşdî Şebî yên artêşa Iraqê, ku piştgiriyê ji Îranê digirin, dor navçeya Telaferê girtine. Li aliyê din, tê gotin ku amadekarî tên kirin ji bo navçeya Hewîce ya Kerkûkê were rizgarkirin.

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan Cebba Yawer li ser operasyona Hewîceyê ji Ajansa Nûçeyan a Rojnewsê re axivî û anî ziman, ji bo kontrolkirina Hewîceyê di navbera wan û hikumeta Iraqê de heta niha lihevkirinek nîne. Yawer got, "Ji bo operasyona kontrolkirina Hewîceyê em li benda hikumeta Iraqê ne."

Yawer diyar kir, ji bo bidestxistina herêmên din ên di destê DAIŞ'ê de ne amadekariya operasyonê tên kirin û got, "Mutabaqata navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê li ser Hewîceyê bû. Lê belê operasyona rizgarkirina Mûsilê kete navberê. Niha bi Iraqê re li ser Hewîceyê ti mutabqat nîne. Weke Wezareta Pêşmergeyan em ji operasyonê re amade ne, em li benda Iraqê ne."