Yalavûz ê ku leşkeran revandî bi birîndariyeke giran hate dîtin

Osman û Mesût Yalavûz, ku pismamê hev in û yek ji nava zeviyên wî, yê din jî bi binçavkirinê ji aliyê leşkeran ve hatin revandin, li herêma operasyonê bi birîndarî hatin dîtin. Ji ber ku birîna Yalavûzan giran e, jiyana wan di rewşeke xetere de ye.

Li Licê ya ku AKP bi 10 hezaran leşker, polîs, qorîciyan bi mehan e dorpêç kiriye êşkence û înfaz pir zêde bûne. Di nav hefteyekê de li navçeyê wesayitên zirxî mexsûs xwe li sivîlan qelibandin û 8 kes kuştin. Her wiha hemû gund û rê ji hêla hêzên demankirî yên AKP’ê ve hatine girtin. Leşkeran bavê 4 zarokan Osman Yalavûz (30) 19'ê Hezîranê dema ku baxçê xwe av dide birîndar kirin,  Mesût Yalavûz jî vajî kelemçe kirin, birin araziya ku operasyon lê heye û ew jî bi birîndarî hate dîtin.

Mesût Yalavûz ku leşkeran gotin ji dest wan reviya ye û malbatê jî got tê xwestin bi rengekî kiryar nediyar kurê wan bikujin, piştî ku bûyer di çapemeniyê de diyar bû bi rengekî ku ji zikê xwe bi giranî birîndarkirî hate dîtin û ew rakirin nexweşxaneyê.

Mesût Yalavûz ji zikê xwe bi guleyekê hatiye birîndarkirin, gelek xwîn jê çûye û rewşa wî taloke ye. Yalavûz li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Fakulteya Tibê ya Zanîngha Dicleye kirin emeliyatê. Yalavûz şevê din bi derengî ji emeliyatê derket û niha di unîteya lênerînê ya giran de ye.

Osman Yalavûz jî li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl ev 3 roj in di lênerîna giran de ye û rewşa wî krîtîk e. Birayê wî Bakî Yalavûz agahî da û got, talokeya jiyanê didome, hestiyên wî hatine şikandin û ji hundir ve xwîn jê diçe û ji bo vê jî di lênerîna giran de ye.

Yalavûz diyar kir ku wî hê bira û pismamê xwe neditiye, polîs nahêlin ku ew nêzî odeyên nexweşxaneyê bibin.