Yagiz: Dema serhildanê ye!

Nasir Yagiz hevalên xwe silav kir ên ku çalakiya fedaî li dar xistine. Yagiz got ku “Divê em rabin serhildanê û şoreşa Rêbertiya Azad û Kurdistana azad a demokratîk ragihînin ji cîhanê re.”

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Nasir Yagiz 125 roj  in di greva birçîbûnê ya bêdawî de ye.  Yagiz peyamek belav kir.

Di peyama Yagiz de ev tişt hatin diyarkirin:

“Wekî ku hûn dizanin, zindan qada berxwedana Rêbertiyê ye. Rêhevalê Rêbertiyê yên li zindanan li dijî faşîzmê çalakiyan li dar dixin û rêya gelê me ronî dikin.

Gelê Kurd ê ku bi berxwedanê hebûna xwe didomîne, bi çalakiyên xwe yên fedaî bi ayetên heqîqetê rûpelên dîrokê dadigirin. Em deyndarê wan in.

Ev çalakiyên fedaî di heman demê de ji bo gelê Kurd banga serhildana wijdanan e jî.

Em ê heta kîngê li dijî şehadetên fedaiyan bêdeng bimînin! Divê êdî em ji xwe re bibêjin, ‘Êdî bes e’ divê em bi giyanê seferberiyê jiyanê bidin sekianandin!

Vî agirê berxwedanê divê were geşkirin û ev serhildanake îradeyê ye.

Vê pêvajoya fedaî ya ku me û civakê bi berxwedanê perwerde dike, firsendeke nûkirina berxwedana girseyî jî pêşkêşî me dike.”