Yagiz û berxwedêrên din ên li Başûr dest ji çalakiyê berdan

Endamê Meclîsa HDP'ê ya Hewlêrê Nasir Yagiz ku 187 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiya xwe bidawî kir û got; “Têkoşîna me wê heta Kurdistanek azad berdewam bike.”

Piştî daxuyaniya parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxuyaniyên girtiyên zindanan, Leyla Guven û parlamenterên HDP’ê, Nasir Yagiz jî li nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Nasir Yagiz wila got: “Wekî roja yekem ku me got, tenê gotina Rêber Apo ji bo me girîng e. Heta niha em bi vî rihê rêhevaltiyê nêzîk bûn, îro em bi vî rihî, li ser banga Rêber Apo, wekî hevalên xwe yên zindanan, wekî hevala me Leyla Guven çalakiya xwe bidawî dikin. Ez bejna xwe li beramberî Rêber Apo, hevalên zindanan û Tevgera Azadiyê ditewînim.

Ev bidawîbûna çalakiyê nayê wateya ku têkoşîna me bidawî bûye, têkoşîna me wê ji îro û şûn de jî, ji bo demokrasî û Kurdistanek azad bidome. Ez ji hemû dayikên me yên laçik spî ku qet em bi tenê nehiştin, hemû dost û hevalên me, ji partî û rêxistinan û çapemeniya azad re ku ji roja destpêkê heta îro em bi tenê nehiştin, spas dikin."

BERXWEDÊRÊN DIN ÊN LI BAŞÛR DEST JI ÇALAKIYÊ BERDAN

Çalakgerên din ên li Başûrê Kurdistanê yên li Mexmûr, Silêmaniye û Germiyanê dawî li çalakiya xwe anîn. Fadîle Tok li Mexmûrê 127 roj, Herêm Mehmûd li Kelarê 92 roj di greva birçîbûnê de bûn. Li Silêmaniyeyê jî Merwan Memdûh Ozdemîr ji 14 Gulanê ve di rojiya mirinê de bû.