Ya poşmanî ya jî hucre

Hevseroka TUHAY-DER'ê Edîbe Babûr anî ziman ku girtiyên zexta poşmaniyê qebûl nakin, nayên berdan û li hucreya yek kesî têne ragirtin.

Hevseroka TUHAY-DER'ê Edîbe Babûr nerazîbûn nîşanî zexta poşmaniyê da ku li girtîgehên Wanê li girtiyên siyasî tê kirin û got, ev rewş gihîştiye asteke metirsîdar.

Hevseroka Van TUHAY-DER'ê Edîbe Babûr li ser êşkence, kiryarên xerab û zexta poşmaniyê ku mehên dawî li girtîgehên Wan û Patnosê li girtiyan tê kirin, ji ANF'ê re axivî.

Babûr diyar kir ku li girtîgehên Tirk rewş metirsîdar e û got, "Bi her awayî tundî û êşkence li hevalên me têne kirin. Li Patnosê rewş pir pir nebaş e. Li gorî gotinên malbatan, qanûna poşmaniyê li girtiyên siyasî tê ferzkirin. Pêşniyara 'poşman bibe, em ê te berdin' tê kirin. Dema ku vê qebûl nakin jî cezayê hucreyê li girtiyan tê birîn. Divê Wezareta Edaletê çareseriyekê ji vê yekê re peyda bike."

Babûr anî ziman ku ne tenê li Girtîgeha Patnosê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê jî girtiyên ku divê bêne berdan bi hincetên cuda nayên berdan û got, "Ji ber ku dibêjin ew nepoşman in, kiryarên li dijî mirovahiyê li wan tê kirin. Zilmek di vê astê de nabe. Girtiyên siyasî hene ku 30 sal in girtî ne, bêsûc mexdûr hatine mexdûrkirin. Cezayê 30 salan têrê nekiriye, niha jî radibin bi 6 mehan ceza li wan dibirin. Gelo hûn hewl didin çi bikin? Gelo ev mirov wê ji bo 6 mehan poşman bibin? Ev ne tiştekî bê qebûlkirin e, em bang li hikumetê dikin ku dest ji van polîtîkayan berde."