'Ya girîng ew e ku mirov bibe mirov'

Nazmî Gur ê HDP'î ku di erdheja Wanê de biraziyê xwe û dayika wî winda kir, anî ziman ku herî zêde gelê Wanê rewşa gelê Xarpêtê fêhm dike û astengkirina alîkariya HDP'ê şermezar kir.

Nazmî Gur ku di erdheja 23'ê Cotmeha 2011'an de ya li Wanê biraziyê xwe û dayika wî winda kir, bal kişand ser nîjadperestiya li Tirkiyeyê û got, "Demeke dirêj e ku jehra nîjadperestiyê dixin nava civakê. Civak bi rengekî metirsîdar ji hev dûr dikeve. Yên ku herî baş rewşa gelê Xarpêtê fêhm bike em gelê Wanê ne."

Gur diyar kir ku erdheja Xarpêtê bandoreke giran li wan kir û got, "Dema ku ez bi erdhejê hesiyam, weke ku erdhej careke din li Wanê bûye li min hat. Ji ber ku ez wê demê li Wanê bûm û me gelek xizmên xwe, mirovên xwe winda kir. Her mirovên ku me winda kir ji bo me bû êşeke giran. Di erdheja wanê de biraziyê min û dayika wî jiyana xwe ji dest dan. Ji bo min êşeke giran e ku heman tişt li Xarpêtê jî rû da. Piştî her erdhejê divê mirov dersên nû jê derxînin û rêbazên xwe yên rizgarkirinê û tibî ji nû ve binirxînin."

'JI YEKBÛNÊ BÊHTIR MIROVBÛN GIRÎNG E'

Gur diyar kir, karesatên xwezayî divê mirovên li welêt bike yek û destnîşan kir ku li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe divê bi heman hestê bê pêşwazîkirin. Gur destnîşan kir, lê belê beriya yekbûnê ya girîng ew e ku mirov bibin mirov û got, "Di rewşeke wiha de cih ji şovenîzmê, nîjadperestiyê, hêrs û dijminatiyê re nîne. Li ku dibe bila bibe em bi heman hestê ne. Ji her devera cîhanê alîkarî ji bo erdheja li Wanê hat, lê belê di hin koliyan de hin peyam hebûn ku em gelekî êşandin. Me zêde serê xwe li ser neêşandin. Ji Edîrneyê, ji Antaluyayê alîkarî hatin. Rêveberiyên xwecihî yên ku hîn qeyûm neketine şûna wan bi berpirsyarî ketin nava liv û tevgerê. Ji bo tevlî karê rizgarkirinê yê li wê derê bibin bi hêza xwe seferber bûn, lê belê mixabin AFAD'ê û hikumeta navendî bang li wan nekirin. Li ser vê yekê me ji bo erdhejzedeyan kampanya organîze kirin. Bi vê tecrûbe û hesasiyetê em tevgeriyan. Hevalên me ji sînorê Xarpêtê hatin vegerandin. Em vê cihêkariyê red dikin. Nabe ku alîkariya me ya ji bo gelê me bê astengkirin. Ne niha ne jî beriya niha, em ne partiyeke welê ne ku ji rewşeke wiha deng derxînin, propagandayê bikin. Ji bo me ya girîng pêçandina birînan e. Em amade ne bi derfetên xwe hemûyan bibin alîkar. Yên ku pêşî li me girtin, yên ku alîkariya me red dikin wê li pêşberî vî gelî ji xwe şerm bikin."

YÊ KU HERÎ BAŞ REWŞA GELÊ XARPÊTÊ FÊHM BIKE GELÊ WANÊ YE

Gur li ser astengkirina alîkariya HDP'ê got, "Me dît ku Waliyê Xarpêtê yê ku çend roj berê mîkrofona xwe vekirî ji bîr kiribû bi çi rengî ji erdhejê atmosferekê diafirîne. Ev yek şermeke mezin e. Wê çawa derkeve pêşberî gel? Nêzîkatiyên bi vî rengî yên desthilatdariyê, hewldanên ji bo peydakirina deng û propagandayê ji karesatan bi rastî jî cihê şermê ye. Şaş e ku bi vî rengî nêzî bûyera li Xarpêtê bibin. Xarpêt ji serî heta binî mirov e. Nêrîna bi mirovên li wir re yek e. Yê ku herî baş rewşa wan fêhm bike gelê Wanê ye. Bi vê wesîleyê dixwazim careke din bêjim ku em heta dawiyê li dijî nîjadperestiyê ne."