Xwişka Çetîn ê di grevê de: Bi berxwedana girtiyan em ê bi ser bikevin

Xwişka Eşqî Çetîn ê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê ji 1’ê Adarê û vir ve li girtîgehê di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye Mûmê Çetîn banga piştgiriya bi berxwedêrên grevan re kirin û gotin: “Bi berxwedana girtiyan em ê bi ser bikevin.”

 

Çalakiyên grevên birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a a ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 195’an de bi biryardarî didomin. Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê jî koma yekem 16’ê Kanûna 2018’an û koma duyem û herî mezin jî nêzî 7 hezar girtî 1’ê Adarê û vir ve li dijî tecrîdê 90 roj in di grevê de ne.

‘BERXWEDANA JI BO SEROK APO XURTIR BIKIN’

Yek ji van girtiyan jî Eşqî Çetîn ê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê ji 1’ê Adarê ve di grevê de ye. Xwişka Eşqî Çetîn Mûmê Çetîn diyar kir ku birayê wê ev 3 sal in di girtîgehê de ye û 10 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Xwişk Çetîn got: “Birayê min Eşqî Çetîn jî ji 1’ê Adarê û vir ve li Girtîgeha Tîpa F a Wanê ketiye grevê. Bi taybet van 8 salên dawî tecrîda li ser Rêber Apo hatiye dijwarkirin û ji bo vê Kurd li hundir û derveyî welat ji bo şikandina vê tecrîdê ketine grevê. Heta niha ti rêberekî weke Rêberê me Apo mafê mirovan neparastiye, çawa dibe tecrîd li ser bê kirin. Tecrîda li ser Serokatiya me tê wateya li ser me tevan. Pêwîste ev tecrîd bê rakirin û berxwedaniya ji bo Serok Apo bê xurtkirin.Niha ji bo şikandina tecrîdê 7 hezar girtî di grevên bêdawî û bêdorveger de ne. Birayê min jî yek ji van girtyan e. Ez bi berxwedana birayê xwe serbilind im û heta dawî piştevanên wan in.”

 ‘ŞEHÎD JÎ BIBIN WÊ BERXWEDAN BIDOME’

Xwişka Eşqî Çetîn Mûmê Çetîn bal kişand ser rewşa giran a berxwedêrên li zindanan û got: “Eger li girtîgehan şehîd çêbibin jî em ê jovan nebin, em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe bidin û bi Serokê xwe re bin.”

‘DAYIKAN BI TENÊ NEHÊLIN’

Xwişk Çetîn banga kir ku divê êdî gel rabe û dawî li bêdengiya xwe bînin û wiha pêde çû: “Dayikan bi tenê nehêlin. Zilma li dayikan tê kirin em napejirînin. Çiqasî bêdengî hebe di gihiştina armancê xwe de em ê ewqasî direng bimînin. Ne tenê dayikên girtiyan divê hemû dayik rabin û xwedî li zarokên xwe derkevin. Çiqas em girseyî rabin em ê ewqas bikarin tecrîdê bi dawî bikin û Serokê xwe azad bikin. Em ê bi berxwedana girtiyan bi ser bikevin.”