Xwînxwariya xiyaneta PDK'ê: Komkujiya Hewlêrê

16'ê Gulana 1997'an, hunermend, rojnamevan, siyasetmedar, gerîlayên birîndar ên dihatin dermankirin û sempatîzanên PKK'ê yên ji Başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK û MÎT'ê li Hewlêrê bi rengekî hovane hatin qetilkirin.

16'ê Gulana 1997'an bûyerên li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê qewimîn, bi strana 'Hewlêr' a hunermendê şoreşger Hozan Serhad di hişê gelê Kurd de cih girt. Hozan Serhad ku 10'ê Tîrmeha 1999'an ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, demek beriya şehadeta xwe, bi vî navî albûmek li nava şert û mercên giran ên çiyê çêkir. Di vê strana xwe de wiha qala wê rojê dikir:

"Hewlêr, jinûve dayik bû/ Hewlêr, bipêt û agir bû/ Agirê dilê xortan, navmirinê kir jiyan/ Hewlêr agirê dilê keçan navmirinê kir jiyan/ Hewlêr, namîne wek caran/ Wê bibe gora xayinan/ Hewlêr, namîne wek caran/ Wê bibe gora xayinan/ Bi xwîna Helîn û Salihan/ Geş dibin çîçek û sorgulan/ Geş dibin çîçek û sorgulan”

Bajarê dîrokî yê Kurdistanê Hewlêr mîna ku di stranê de hate gotin 16'ê Gulana 1997'an veguherîbû gogek ji agir. Di roja duyemîn a sefera dagirkeriyê ya artêşa Tirk de ku bi 100 hezar leşkerî bi navê 'Operasyona Çekîç' da destpêkirin, danê êvarê PDK'ê bi hemwextî avêt ser saziyên Tevgera Azadiyê ya Kurd ên li Hewlêrê; nexweşxaneya Heyva Sor a Kurdistanê, YAJK, YNDK, NÇM, buroyên Med TV, avahiya rojnameyaên Welat û Welatê Rojê û her kesên li wan rast hat gule li wan barand, yên dîl girtin jî bi êşkenceyê qetil kir.

LI GORÎ BELGEYÊN FERMÎ 83 KES HATIN QETILKIRIN

Hunermend, rojnamevan, siyasetmedar û gerîlayên birîndar ên dihatin dermankirin, tevî sempatîzanên PKK'ê yên ji Başûrê Kurdistanê, bi hevkariya rêxistina îstîxbaratê ya Tirk MÎT û PDK'ê bi hovane hatin înfazkirin. Li gorî belgeyên ji aliyê RojNewsê ve hatin weşandin wê rojê 83 kes hatin qetilkirin an jî windakirin. Lê belê hejmara şehîdan hînê jî nayê zanîn.

Çend roj piştî komkujiyê Radyoya Dengê PDK'ê nûçeyek weşand û got, "Li Hewlêrê 300 PKK'î hatin kuştin." Ji vê nûçeyê jî tê fêhmkirin ku wê rojê li Hewlêrê ne tenê kadro û birîndarên PKK'ê, her wiha gelek mirovên ji Başûrê Kurdistanê yên dilê xwe bi têkoşîna PKK'ê re bû, hatin qetilkirin. Ji xwe di nava 25 salên derbasbûyî de PDK'ê ne navê şehîdan ne jî yên birîndaran eşkere nekir. Her wiha li ser cihê ku cenaze lê hatine veşartin jî ti agahî neda.

DI 15'Ê GULANÊ DE DEREWA 'EM NÎNIN' A PDK'Ê

Hewlêr wan salan bûbû qada şerekî giran ê navbera PDK û YNK'ê. Di vî şerî de ku PKK ne aliyekî wê bû, saziyên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê yên li Hewlêrê bênavber karê xwe dimeşandin. Piştî ku PDK'ê di 31'ê Tebaxa 1996'an de bi piştgiriya artêşa ıraqê ya Saddam Huseyîn Hewlêr ji YNK'ê strand, ev rewş neguherî.

Di du rojên destpêkê yên sefera dagirkeriyê ya dewleta Tirk de ku 14'ê Gulana 1997'an li ser Zapê da destpêkirin, PDK'ê rengê xwe diyar nekiribû. her wiha 15'ê Gulanê di hevdîtineke navbera rêveberên PKK'ê û rêveberiya PDK'ê de PDK'iyan gotibûn, "Em di nava vî şerî de nînin." Lê belê rêveberiya PKK'ê ku baweriya xwe bi van gotinên PDK'ê neanî, piştî rojekê çend saet beriya komkujiyê beşek ji kadro û birîndarên xwe yên tedawî didîtin karîbû ji Hewlêrê derxîne.

Yên mayî jî ew gerîla bûn ku di şerê dijî leşkerên Tirk de bi giranî birîndar bûbûn û tedawiya wan hîn jî dewam dikir. Her wiha hunermend, rojnamevanên di saziyên çapemeniyê de dixebitîn, edîtor, nûçegihan, hewlêriyên li buroya YNDK'ê dixebitîn, bûn. Her wiha hin kadroyên pêşeng ên PKK'ê yên li Hewlêrê pêşengî ji kar re dikirin, wê rojê bajar neterikandibûn. Du ji wan Salih û Hêlîn bûn ku di strana Hozan Serhad de jî navê wan derbas dibe.

JI PÊŞENGÊN TEVGERA AZADIYÊ BÛN...

Çîroka jiyan û têkoşîna çend ji van şoreşgerên di vê komkujiyê de hatin kuştin wiha ye:

HASAN AGAÇ: Hasan Agaç bi nasnav Salîh di sala 1964'an de li Hîlwanê ji dayik bû, sala 1993'an dema ku endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HEP'ê bû, çend ji caran ji kontrayên dewleta Tirk rizgar bû û piştre tevlî nava refên PKK'ê bû. Malbata Agaç beriya sala 1980'î yek ji malbatên destpêkê bû ku ne tenê li Hîlwanê li tevahiya Kurdistanê ji aliyê tevgera PKK'ê ve hate birêxistinkirin. Birayê Hasan Agaç, Mehmet Agaç sala 1980'î li Hîlwanê di şerê dijî çeteyên eşîra Bûcak de, birayê wî yê din Ahmet Agaç (Şukru) jî sala 1993'an li Wêranşarê tevî 5 gerîlayên hevalên xwe şehîd bûn.

HATÎCE Û BÎRSEN GUVEN: Çîroka Hatîce Guven bi nasnav Hêlîn jî ji ya Hasan Agaç ne cuda bû. Hatîce Guven sala 1969'an li Bazîdê ji dayik bû, sala 1992'an tevî xwişka xwe Bîrsen Guven (Berbang) tevlî nava refên PKK'ê bû. Herdu piştî çend salan li Hewlêrê li hev rast hatin. Berbang roja komkujî li gerîlayên birîndar hate kirin berpirsyara nexweşxaneyê bû. Hêlîn jî tevî du welatparêzan ji bo serdana gerîlayên birîndar hatibû nexweşxaneyê. Mîna xwişka xwe û hevalên xwe yên din hatin qetilkirin.

HOZAN ÇIYA: Hozan Çiya (Gazî Sayan) ku li şaxê Hewlêrê yê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) karên çand û hunerê dikir, yek ji wan kesan bû ku wê rojê şehîd bû. Hozan Çiya sala 1962'an li gundê Şarogê yê Kanîreşê ji dayik bû, di temenê zarokatiyê de tevî malbata xwe ahtibû Elmanyayê, di salên ciwantiya xwe de bi tembûr û stranên xwe tevlî karên çand û hunerê bûbû. Ji salên 1980'î û pê ve pêşengî ji karên Hunerkomê re kir, piştre jî berê xwe da çiyayên Kurdistanê, tevlî nava refên gerîla bû.

PERÎ OSMAN MÛHAMMED (PEYAM): Perî Osman bi nasnav Peyam yek ji gerîlayên Yekîtiya Jinan a Azad a Kurdistanê (YAJK) bû ku 14'ê Gulana 1997'an li Hewlêrê şehîd bû. Ev gerîlaya jin a ji Silêmaniyeyê, di destpêka salên 1990'î de dema ku diçû pola duyemîn a Fakulteya Perwerdeyê bi bandora pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevlî nava refên PKK'ê bûbû. Malbata wê demeke dirêj têkoşiya ji bo cenazeyê wê ji PDK'ê bistîne û bi ser ket. PDK'iyan bi şertê ku bi bêdengî veşêre, cenaze da malbatê.

NAHÎDE HEME SALIH (RÛKEN): Nahîde Heme Salih bi nasnav Rûken ku li Hewlêrê ji aliyê çeteyên PDK'ê ve hate qetilkirin, ji Silêmaniyeyê tevlî nava refên PKK'ê bûbû. Di sala 1972'an de ji dayik bû û piştî ku perwerdeya xwe ya li zanîngehê qedand di sala 1996'an de tevgera azadiyê ya Kurd nas kir û li Hewlêrê tevlî karên siyasî yên YAJK'ê bû. Li gel têkoşîna bi salan a malbata wê jî nekarî cenazeyê keça xwe werbigire. Li gorî gotinên PDK'iyekî ku ji malbatê re got, Rûken a ku tevî Hêlîn dîl hate girtin, teslîmiyet red kir û di encama êşkenceyeke giran de hate qetilkirin.

HAMÎDE ÎBRAHÎM (AVYEN EFRÎN): Yek ji şoreşgerên ku wê rojê li Hewlêrê şehîd bû endama YAJK'ê Hamîde Îbrahîm bi nasnav Avyen Efrîn bû. Di sala 1974'an de li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji dayik bû, di sala 1993'an de tevlî nava refên PKK'ê bû. Piştî ku perwerdeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wergirt li Rojava tevlî karên siyasî û rêxistinî bû û piştre ji Hewlêrê re hatibû şandin.

OMER OZSOKMENLER (OZAN): Yek ji kadroyên PKK'ê yên li Hewlêrê hatin qetilkirin, Omer Ozsokmenler bi nasnav Ozan bû, ku jiyana xwe bi şoreşgerî derbas bû. Ozsokmenler ku li Wêranşarê ji dayik bû û zimanê wî yê dayikê Erebî bû, di destpêka salên 1970'î de bi koma bi pêşengiya Saît Kirmizitoprak (Dr. Şivan) derbasî Başûrê Kurdistanê bû, piştî ku hevalên wî ji aliyê PDK'ê ve hate qetilkirin ji Lubnanê re hate şandin û hate berdan. Piştre jî heta dawiya salên 1980'î cihê xwe di nava tevgerên şoreşger ên Tirkiyeyê de girt û di sala 1991'ê de beşdarî PKK'ê bû. Ozsokmenler ku li pey xwe jiyaneke bi têkoşînê dagirtî hişt, di dema komkujiya Hewlêrê de ji bo dîl nekeve dest, bombeya destan bi xwe ve teqand û şehîd bû.

YÊN KU AGAHIYÊN LI SER NASNAMEYA WAN BAŞ NAYÊN ZANÎN

Li gorî qeydên PKK û ARGK'ê, kadro û şervanên din ên di 16'ê Gulana 1997'an de li Hewlêrê şehîd bûn wiha ne: Adar a ji Mêrdînê, Şevîn a ji wanê, Dîcle ya ji Mîdyadê ku navê wê yê destpêkê Nûriye ye, Roza Mûhammed (Roza Cûdî) ya ji Tirbêspiyê, Guney Geçîlmez bi nasnav Ronahî ya ji Pazarcixê, Ronî yê ji Melazgîrtê. Her wiha yên ku agahiyên li ser nasnameyên wan nehate hînbûn; Cemîl Agît, Aslan, Farûk, Rûgeş, Reşît, Berxwedan, Ferhat, Şerka, Aram, Nûden, Dilşad Afrîn, Hêjar, Fûad, Mêrxas, Dr. Serhat, Dilovan, Hêvîdar, Şekîf, Sozdar, Zagros, Serkewit, Kendal ew kadro û gerîlayên birîndar bûn ku wê rojê hatin qetilkirin.

KEDKARÊN ÇAPEMENIYA KURD ÊN HATIN QETILKIRIN

Li avahiyên rojnameyên Roj û Welatê Roj û buroya Med TV 20 kedkarên çapemeniya Kurd hatin qetilkirin. Navê çend ji rojnamevanên hatin qetilkirin wiha ne: Mihemed Nadir Gezneyî (Xogir), Azad Mihemed (Kemal), Şiwana Hemelaw (Rêbaz), Îdrîs Alî Mihemed (Azad), Receb Mihemed Salih (Goran), Gelawej Kemal Hesen (Rewşen), Yûsiv Xalid Necîb (Murad), Hamîd Berzencî (Kawa), Îsmaîl Ebdila Kurde, Gelawej Arif Mehmûd (Berxwedan), Şêx Kamîran Hîranî, Mêrxas Serêkanî (Mêrxas), Roza Yûsiv (Roza Cudî), Ciwan Şêxo (Hûner), Serkewt Xaneqînî (Serkewt), Bekir Dogan (Nûman).