Xwepêşandêrekî li Başûr birîndar bû, jiyana xwe ji dest da

Êrîş Omer ê li Koyê di xwepêşandanê de bi destwerdana hêzên asayîşê birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.

Yek ji cihên ku li dijî polîtîka û gendeliya hikumetê xwepêşandanên protestoyî hate lidarxistin, bajarokê Koyê yê Hewlêrê bû. Êrîş Omer ê di vê xwepêşandanê de bi destwerdana hêzên asayîşê birîndar bû jiyana xwe ji dest da.

Omer piştî tedawiya destpêkê ya li Koyê ew rakirin Hewlêrê, lê piştî 9 rojan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Êrîş Omer ku mamoste bû, di dema xwepêşandanê de bi guleya hêzên asayîşê birîndar bûbû.