'Xweperwerdekirina jinên Êzidî tê wateya şikandina tecrîdê'

Dewreya Ş. Têkoşîn a şervanên YJŞ'ê ya li Akademiya Şehîd Bêrîvan Şengal, ku perwerdeya leşkerî û bîrdozî lê hate dayin, bi merasîmeke leşkerî û pîrozbahiyekê qediya.

Dewreya Ş. Têkoşîn a şervanên YJŞ'ê ya li Akademiya Şehîd Bêrîvan Şengal, ku perwerdeya leşkerî û bîrdozî lê hate dayin, bi merasîmeke leşkerî û pîrozbahiyekê qediya. Malbatên şehîdan û fermandarên YJŞ'ê dîplomayên şervanan radestî wan kirin. Şervanan piştî merasîmê sond xwarin û derbasî qada pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de stran hatin gotin, govend hate gerandin, lîstikên şano hatin pêşkêşkirin û helbest hatin xwendin.

Yek ji şervanên YJŞ'ê Zînê Şengalî li ser bidawîbûna dewreya perwerdeyê ji ajansa me re axivî û ev dewreya perwerdeyê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jinên Êzidî yên di destê DAIŞ'ê de êsîr girtî ne, hemû hevalên xwe û civaka Êzidî pîroz kir.

Şengalê bal kişand ser keseyata Ş. Bêrîvan û got: "Ş.Bêrîvan jî weke keçek Êzidî  her tim dixwest tola jinên Êzidî û civaka Êzidî hilîne. Dixwest xwe hîn bêhtir zane û perwerde bike. Ji ber vê yekê, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û xwest, têkoşîna azadiyê li çiyayên Kurdistanê bidomîne. Li wir tevlî karwanê şehîdan bû."

XWEPERWERDEKIRINA JINÊN ÊZIDÎ ŞIKANDINA TECRÎDA LI SER RÊBER APO YE

Di dewama axaftina xwe de Şengalî got, "Ev akademî di heman demê de bersiva li tecrîda li ser Rêber Apo ye. Îro keç û jinên Êzidî bi raman û felsefeya Rêber Apo xwe perwerde dikin û li her cihî û çeperên pêş têdikoşin. ev yek ji bo me pir girîng e. Em soz didin ku weke keçên Êzidî em ê xwe perwerde bikin û bi pêş bixînin. Ji bo karibin tecrîda li ser Rêber Apo bişikînin. Ji ber ku xweperwerdekirina jinên Êzidî tê wateya şikandina tecrîda li ser Rêber Apo."

JINÊN ÊZIDÎ WÊ BI PERWERDEYÊ TOLA FERMANAN HILÎNIN

Ji şagirtên dewreya perwerdeyê şervana YJŞ'ê Hêzil Koçer jî qala naveroka perwerdeya li akademiyê kir: "Akademiya Şehîd Bêrîvan akademiyeke xweser e, ku tenê şervanên YJŞ'ê lê perwerdeyê dibînin. Li vê akademiyê, me perwerdeya bîrdozî û leşkerî ya bingehîn bi felsefeya Rêber Apo dît. Di vê perwerdeyê de me hêza jinê bêhtir nas kir, cihê wê yê li nava civakê baştir fêhm kir."

Koçer di dawiya axaftina xwe de got, "Weke ku tê zanîn ev demek dirêj e tecrîda girankirî li ser Rêber Apo tê meşandin. Bi saya Rêber Apo û şervanên wî em ji fermanê xilas bûn. Ji bo em karibin tecrîda li ser Rêber Apo bişikînin, divê em xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo perwerde bikin. Jinên Êzidî çiqasî xwe perwerde bikin, ewqasî wê karibin tecrîda li ser Rêbe Apo bişikînin û tola jinên Êzidî rakin."

Dayika Ş. Şoreş ya bi navê Meyan Xwedêda, ku li merasîmê dîploma da şervanên YJŞ'ê, dewreya perwerdeyê li şervanan û civaka Êzidî pîroz kir. Dayika Meyan got, "Ez li Rêber Apo pîroz dikim. Rêber Apo niha li zindaniyê ye. Ji bo em karibin Rêber Apo ji wê zindana Îmraliyê derxînin, divê em têkoşîna xwe mezintir bikin. Çi ji destê me bê, em ê bikin."

'EM HER TIM JI ZAROKÊN XWE RE DIBÊJINK U XWE BI FIKIR Û FELSEFEYA RÊBER APO PERWERDE BIKIN'

Dayika Meyan Xwedêda di dewama axaftina xwe de wiha got: "Ez vê perwedeyê di şexsê Şehîd Bêrîvan û Şehîd Têkoşîn de li hemû şehîdan pîroz dikim. Em ê heta dawiyê li ser şopa şehîdên xwe bin. Em ê ti carî serî li ber xiyanetê û dijminan netewînin. Em vê ji zarokên xwe re dibêjin; Xwe her tim bi fikir û felsefeya Rêber Apo perwerde bikin û bidin ser şopa şehîdan."

Dayika Meyan destnîşan kir, ku xweperwerdekirina jin û keçên Êzidî gelekî girîng e û ev bang li keç û xortên Êzîxanê kir: "Ez jî weke dayikeke şehîdan, çi berdêl bê xwestin ez amade me li ber Êzîdxanê bidim. Me li Êzîdxanê şehîd dane. Banga min ji bo hemû keç û xortên Êzîdxanê ye; bila rabin rahêjin çekê û serê xwe li ber dijmin daneynin. Ez dibêjim, 'Bijî Serok Apo', 'Şehîd namirin'."

KÎJAN DIJMIN BERÊ XWE BIDE ÊZÎDXANÊ, EM Ê BIŞIKÎNIN

Bavê Ş. Ferhat Qîranî Xidir Hemo jî cihê xwe di merasîma dayina dîplomayan de girt û li ser perwerdeyê wiha got, "Em bi vê akademiya Şehîd Bêrîvan kêfxwşe in. Di nava akademiyê de keçên me yên Êzidî didin ser şopa şehîdan. Em ti carî şehîdên xwe ji bîr nakin, Em ê li ser doza wan bin. Kîjan dijmin berê xwe bide Êzîdxanê wê bi ser nekeve, em ê dijmin bişikînin."

EM HÊVÎDAR IN KU RÊBER APO DI DEMEKE NÊZ DE BÊ ÊZÎDXANÊ

Hemo di dewama axaftina xwe de got, "Em sipasiyê ji Rêber Apo re dikin, ji ber ku fikir û raman daye me, keç û xortên me perwerde dike û Êzîxanê diparêze. Em hêvîdar in ku wê di demeke nêz de Rêber Apo bê Êzîdxanê. Eger îro şervanên Êzidîxanê ji Şengalê heta Reqayê têkoşin, ev yek bi saya perwedeya bi fikrên Rêber Apo ye. Em silavên xwe jê re dişînin, her wiha ji gerîlayên ku ji serê çiyê hatine û Êzîdxan parastine dişînin. Em gelekî ji wan kêfxweş in."