Xwendekarên Başûrê Kurdistanê îro jî daketin qadan
Xwendekarên Zanîngehê yên Başûrê Kurdistanê îro jî ji bo dermale li gelek bajaran daketin qadan.
Xwendekarên Zanîngehê yên Başûrê Kurdistanê îro jî ji bo dermale li gelek bajaran daketin qadan.
Nerazîbûna xwendevanên zanîngeh û peymangehê ya dijî nedana xerca mehane û nebûna xizmetguzariyan dewam dike. Îro jî bi vekirina deriyên zanîngehê re, xwendevan li zanîngehên Koye, Silêmanî, Ranye, Qeladiz û Kelarê çalakî lidarxistin.
Xwendekarên li ber derê zanîngehan kombûne diyar dikin, ew daxwaza mafên xwe dikin û heta daxwazên wan neyên bi cihanîn, wê xwepêşandanên wan dewam bikin.