'Xwedîderketina li Rojhilat wezîfeyeke însanî û neteweyî ye'

Gelê Qendîlê dibêje, li dijî zilm û zordariya rejîma Îranê ew bi gelê Rojhilatê Kurdistanê re ye.

Çalakiyên protestoyî yên li dijî rejîma Îranê dewam dikin, ku 4'ê Îlonê li bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê kolberên bi navê Qadir Behramî (41) û Heyder Ferecî (21) ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibûn kuştin. Gelê Qendîlê piştgirî da gelê Rojhilatê Kurdistanê.

Şêniyên Qendîlê ji ANF'ê re axivîn û bang li hemû Kurdan kir, ku nerazîbûnê nîşanî rejîma Îranê bidin û rabin ser piyan.

Zozik Cemal a ji Rewandizê di destpêkê de bal kişand ser girîngiya nîşandana helwesta zelal a gelê Kurd. Cemal ji Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî xwest, ku bes bêdeng bimînin û destnîşan kir, ku ev meseleyeke tenê herêmekê nîne.

BI RENGEKÎ RÊK Û PÊK TÊN KUŞTIN

Govar Mahmûd ê ji Ranyayê destnîşan kir, ku ew bi gelê Rojhilat re ye û got, "Rejîma Îranê, çavkaniyên aboriyê û standartên jiyanê yên gel ji her alî ve diçikîne, tine dike. Gel ji bo jiyana xwe bidomîne, neçar tê hiştin ku di nava van şert û mercan de bixebite. Tevî vê yekê jî rejîma Îranê bi rengekî rêk û pêş mirovên vî gelî dikuje. Ev yek zilmeke eşkere ye. Serhildana li dijî vê yekê, encam e. Mafdar e û rewa ye."

WEZÎFEYA NETEWEYÎ Û ÎNSANÎ

Rewez Mûhammed jî rejîma Îranê şermezar kir, ji ber ku kolberan dikuje û êrîşî çalakgerên protestoyî dike. Mûhammed got, piştgiriya ji bo gelê Rojhilat wezîfeyeke însanî û neteweyî ye.

BÊDENGÎ DIBE SEDEM KU ZILM ZÊDE BIBE

Zîlan Rojhilat işaret bi girîngiya piştgirî û xurtkirina serhildana gelê Rojhilatê Kurdistanê kir û got, "Ji ber ku rejîma Îranê sîstemeke welê ye, ku bêdengî li pêşberî zilmê çiqasî hebe, ewqasî jî şîdeta xwe zêde dike."

Bêrîvan Zîlan ku ciwanek ji Rojhilat e bang li Kurdan kir ku li hemberî vê zilmê bibin yek û dawî li komkujiyan bînin.

Behre Omer jî ji gelê Rojhilat re got, "Gelê Qendîlê bi we re ye."