Xwe kir diyarî ji bo azadiya Kurdistanê

Vejîn Agirî bû agirê berxwedanê, mîna meşaleyeke ku qet nevemire, mîna bi hezaran fedayiyên li çiyayên azadiyê bûne nemir, xwe kir diyarî ji bo azadiya Kurdistanê.

Besna Tûman (Vejîn Agirî) mîna her ciwanek xwest baz bide, bilîze û bikene. Lê wê tenê ev yek ne ji bo xwe ji bo hemû zarok û ciwanên Kurd dixwest. Mîna zarokeke çiyayî, zarokatiya xwe windakirî, azadî hatî lê windakirin, bê ka wê çawa Kurdbûnê biparzêe sala 1993’an çavê xwe li cîhanê vekir.

Bi saya malbata xwe ku bûyî parçeyek ji welatparêzên Wanê, kêm jî be derbarê Kurdbûnê hinek tişt fam kir, mezin bû, hestê wê bi Kurdbûnê tije bû. Besna Tûman ku jiyana wê bi êşên mezin re rû bi rû mayî, li dijî vê jiyana êş mîna refleksê, ji bo ev êş di şexsê hinek din de neyê jiyîn, biryar dide ku bibe fedayiyek yê azadiyê.

Besna ya ku bû yek ji kesên guh da banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Yê hez ji min bike, bila berê xwe bide Botanê’ sala 2014’an li Botanê tevlî gerîla dibe. Jina ciwan a Kurd Besna ku di têkoşîna fedayî ya gerîla de mezin dibe, ji jiyana gerîla, hevrêtiya şoreşgerî û taybet jinên gerîla bandor dibe, bi kûrbûna li ser ramanên Rêbertiyê re dest bi jiyînê dike. Di encama vê lêhûrbûnê de, bi gotina ‘Rêbertî bi felsefeya xwe ji bo me her tişt ewqas vekirî daye nîşandan ku tiştekî din li ser bê zêdekirin nehiştiye.’ Besna bi Rêbertî re bû Vejîn, bi agirê azadiyê re bi Agirî mezin dibe; dibe Vejîn Agirî, şîr dike, ber çiya baz dide, li çiyayên azad bi gerîlayan re dilîze, ji bo jiyana nû dikene.

Vejîn a ji bo perwerdehiya akademîk xwe ji bo jiyana nû amade bike diçe, bi hêza ji wir girt û bi îlhama girtî re xwe mezin dike, xwe ji bo şertên zortir amade dike. Bi sekna xwe ya têkoşer û jiyana xwe ya bi ewle, têr û tije bi Delal û Azê xwe kûr dike, bi gotina ew rêberê me ne, li ser rêya wan li Besta şer dike. Sala 2020’ê ji bo wê li gel Serya Besta û Avareş Helhel ku qet ji hev qutbûn nemimkû bû, heta dilopa xwîna xwe ya dawî, bi qêrînên azadiyê çavê xwe digirin. Şerê wê şerê gerîla ye, ji nû ve avakirin, dibe ji nû ve avakirin gerîla, hesta wê bû hesta gerîlayan. Vejîn Agirî bû agirê berxwedanê, mîna meşaleyeke ku qet nevemire, mîna bi hezaran fedayiyên li çiyayên azadiyê bûne nemir, xwe kir diyarî ji bo azadiya Kurdistanê.