Xizmên Windayan li aqûbeta Bûlûttekîn pirsîn

Xizmên Windayan û ÎHD’ê vê hefteyê jî li aqûbeta Osman Bûlûttekîn ê li Pasûrê hate destgîrkirin û êdî agahî jê nehate girtin, pirsîn.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û Xizmên Windayan, çalakiya xwe ya heftiya 652’yemîn a “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” bi onlînê li dar xistin. Di çalakiyê de, pirsa aqûbeta Osman Bûlûttekîn (35) ê di 25’ê Tebaxa 1995’an de, li navçeya Pasûrê ya Amedê, di serdegirtina malê de hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin hat kirin.

Alîkara Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ezgî Sila Demîr, çîroka Bûlûttekîn vegot û wiha axivî: “Bûlûttekîn bavê 7 zarokan bû. Ji ber ku gundê wî Yeşîlkoy ji aliyê eskeran ve hatibû hilweşandin, neçar mabû ku koçî navenda navçeyê bike. Di 23’ê Tabaxa 1995’an de, ji ber şerekê ketin û derketina navçeyê tê qedexekirin. Di derengiya şevê de, 4 kes bi çekên giran ku xwe weke polîs didin nas kirin, bi ser mala Bûlûttekîn de digirin. Ev kes bi zorê Bûlûttekîn ji malê derdixin û qabloy telefona malê jê dikin.”

Demîr, da zanîn ku piştî windakirina Osaman Bûlûttekîn, carek din agahî jê nehat girtin û wiha got: “Malbata Osman serî li gelek cihan dan. Lê binçavkirina wî hat înkarkirin. Malbat difikire ku kesên Bûlûttekîn ji malê birin hêzên ewlehiyê bûn. Ji bo ku kujerên Bûlûttekîn bên dîtin û ceza kirin, malbatê daxwaza alîkariya hiqûqî ji ÎHD’ê kir. Lê ligel hemû hewldanên me jî, derbarê aqûbeta Osman Bûlûttekîn de, tu agahî nehatin bi dest xistin. Em dixwazin edalet were bi cih anîn û bersûc bên cezakirin.”