Xizmên Windayan li Amed û Êlihê edalet xwestin

Xizmên Windayan li Amed û Êlihê ji bo Ceylan Onkol, Îskender û Huseyîn Sevîn ên bira hatin ba hev.

Xizmên windayan û şaxên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amed û Êlihê aqûbeta windayên xwe pirsîn. Xizmên windayan, di hefteya 660'emîn de çalakiya xwe "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" ya li Amedê, li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parqa Koşûyolû ya navçeya Rezan li dar xistin. Di çalakiyê de xizmên windayan wêneyên kesên winda rakirin û aqûbeta Ceylan Onkol ku di 28'ê îlona 2009'an de li gundê Xambaz ê navçeya Licê ya Amedê dema ku sewalên xwe çêrandibû bi guleya hewanê ya nqereqolê hatibû avêtin jiyana xwe ji dest dabû pirsîn.

Destpêke Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdûllah Zeytûn, di çalakiyê de axivî û diyar kir ku heta ku faîl bên dîtin wê têkoşîna xwe ya ji bo windayan bidomînin. Piştî Zeytûn, alîkara wî Mîzgîn Sila Demîr çîroka Onkol û têkoşîna hiqûqê ya malbatê vegot û bi lêv kir ku ji bo Ceylana 12 salî edalet pêk nehatiye û mina hemû dosyayên bi heman rengî dosya Onkal jî bi bêcezahiştinê encam bûye.

Dema ku xizmên windayan derbasî çalakiya rûniştinê bûn kesekî ku navê wî nehat hînkirin, ji pişt barîqata polisan bi van gotinan: "Hûn derewam dikin, hûn xulamê Amerîka ne, zarokên me HDP'ê bir, winda tune ne" heqaret li wan kir. Dema ku Serokê Şaxa ÎHD'ê Zeytûn bertek nîşanî vê yekê da bi awayekî balkêş polisan got ku ew jî mafê xwe yê axaftinê bi kar tîne.

ÊLIH

Li Êilhê jî xizmên windayan û rêveberên şaxa ÎHD'ê ya bajar, di hefteya 497'emîn de çalakiya xwe li avahiya ÎHD'ê li dar xistin. Di vê çalakiyê de jî xizmên windayan aqûbeta Huseyîn û Îskender Sevîm ku di 16'ê cotmeha 1993'an de li bajaroka Girêsîra hatibûn binçavkirin û careke din agahî ji wan nehatibû girtin pirsîn.