Xizmên windayan ji ber Çîllerê helwest li dijî CHP’ê nîşan dan

Malbatên li Amedê û parezvanên mafê miroan di çalakiya dadmendiyê de ya ji bo windayan li aqûbeta Alî Tekdag pirsîn.

Şûbeya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê bi dirûşma ‘Bila winda werin dîtin berpirs werin darizandin’ cara 458’an hatin cem hev.

Endamê Komîsyonê ya Xizmên Windahiyan a Şûbeya Amedê Adnan Orhan ji bo ku CHP ji bo çalakiya ‘Heqê min heye’ a Roja Mafê Jinan a 5’ê Kanûnê ya ku wê li Enqerê pêk were Tansû Çîller vexwend helwest nîşan da û got, dema ku Çîller salên 1990’î serokwezîrtî dikir bi hezaran mirovan hatin windakirin û berpirs Çîller e.

HELWESTA LI DIJÎ CHP’Ê YA JI BI ÇÎLLER

Piştî panêlê bi navê ‘Heqê Min heye’’ Orhan got, ‘’Hemû dayikên li vir li ser mirovên ku wê demê haitin windakirin heqê wan heye. Em qebûl nakin weke ku tiştek nekiribin wan derxînin ber civakê. Me kujer ji bîr nekirine.’’

Orhan diyar kir ku hikûmet biguherin jî hişmendî yek e û got teqez ew ê bikin ku kujer werin darizandin.

Orhan her wiha xwest ku demildest dawî li binpêkirina mafan a li girtîgehan jî were.

LI AQÛBETA TEKDAG PIRSÎN

Xizmên windayan li Aqûbeta Alî Tekdag pirsîn ku 13’ê Mijdara 1994’an li meydana Şêx Seîd a Amedê ji hela kesên bi çekên sivîl ve piştî ku gule lê reşandibûn bi zorê li wesayitekê hatibû siwarkirin û hatibû windakirin.

Li gorî agahiyên hevjîna Tekdag dayî Alî Tekdag ji hêla kesên çekdar ve hate revandin û careke dî agahî jê nehate girtin. Rêveberê Şûbeya ÎHD’ê Emîn Ermîn diyar kir malbatê gelek caran serî li Dadgehên Ewlehiya Dewletê (DGM) daye lê ji malbatê re gotine, ‘neyên vir.’’