Xizmên windayan cangoriyên li Roboskiyê bi bîr anîn

Xizmên windayan ên Amed û Êlihê lêgerîna xwe ya edaletê domandin. Di çalakiyan de cangoriyên li Robosiyê hatin bibîranîn.

Çalakiya ku Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan bi şîara ‘Bila winda bên dîtin, kujer werin darizandin’ li dar dixin, vê hefteyê ya 516’emîn li Şaxa ÎHD’ê ya li Amedê hate lidarxistin.

Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê ya li Amedê Adnan Orhan diyar kir ku civak jî bûye şahidên qetlîaman û got ku,”Yek ji van qetlîaman jî ya Roboskiyê ye. Ligel ku 7 sal ji ser qetlîama Roboskiyê derbas bû, em dibînin ku kujer nehatine cezakirin. Li ser vê erdnîgariyê tu carî kujer nehatine cezakirin, berevajî vî tiştî kujer tên parastin.Têkoşîna me li vê derê dest pê dike û em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.”

ÇÎROKA MEHMET OZDEMÎR

Di çalakiyê de qala çîroka Mehmet Ozdemîr hate kirin ê ku di 27’ê Kanûna 1997’an de piştî ku hatibû destgîrkirin, careke din agahî jê nehate stendin.

Hate diyarkirin ku Ozdemîr berê jî gelek caran hatiye destgîrkirin û di 26’ê Kanûna 1997’an de dema ku ji malê derketiye li qehwexaneyeke nêzî mazatê rûniştiye û du kesên sivîl ên çekdar û laserka wan heye Ozdemîr destgîr kirine. Ozdemîr dema dîtiye ku kesekî din jî wesayîtê de ye, ji bo ku ew nekeve wesayîtê xwe avêtiye erdê lê van kesan bi darê zorê ew li wesayîtê siwar kirine. Gelek kes li wir bûne û bûne şahidên vê bûyerê.

Hate diyarkirin ku piştî rêyên hiqûqa navxweyî nebûye encam doza windakirina Ozdemîr birine ji DMME’yê re û Tirkiye hatiye mehkûmkirin.

ÊLIH

Li Êlihê jî bi pêşengiya Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê bi şîara ‘Bila winda bên dîtin û kujer werin cezakirin’ çalakiya hefteya 422’an li avahiya şaxê hate lidarxistin. Ev çalakî li Rêya Gulistanê dihat lidarxistin lê 18 hefte ne, ev qad ji çalakiyê re hatiye qedexekirin.

Mehmet Zekî Tanguner bi bibîranîna cangoriyên Roboskiyê dest bi axaftina xwe kir û got ku, “Cezakirina malbatên Roboskiyê berdewama polîtîkaya Tirkiyeyê ya 100 salî ya li hemberî herêmê ye. Ew ê têkoşîna me bidome. Em careke din cangoriyên Roboskiyê bi bîr tînin.”