Xizmên windayan aqûbeta Înan ê 26 sal in winda ye pirsîn

Xizmên Windayan vê hefteyê li aqûbeta Mehmet Înan ê sala 1994’an li Sêrtê ji aliyê kesên bi çek ve bi zorê hate revandin û 26 sal in ti agahiyek jê nayê girtin, pirsîn.

Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê her hefte vê hefteyê jî bi dirûşma ‘Bila winda bêdîtin, berpirs bê darezandin’ di çalakiya xwe ya 615’an de li ser înternetê daxuyaniyek da û li aqûbeta Mehmet Înan ê 28’ê Sibata 1994’an li Sêrtê dama li nava sûkê tişt dikiriya ji aliyê kesên bi çek ve bi zorê hate revandin û 26 sal in ti agahiyek jê nayê girtin, pirsîn.

Endamê Desteya Rêveber a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê Hasan Yalçin ê serpêhatiya Mehmet Înan xwend diyar kir ku Înan sala 1954’an hatiye dinê û bavê 7 zarokan bû, bi karkeriyê debara mala xwe dikir. Yalçin destnîşan kir ku di dala 1994’an de nava du mehan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hate destgîrkirin û piştre berdidan. Yalçin bal kişand piştî cara duyemîn girtin û 10 rojan bi şûnde 28’ê Sibata 1994’an dema li nava sûka Sêrtê ji aliyê kesên bi çek ve bi darê zorê xistin wesayîtê û revandin. Yalçin got: “Bavê Mehmet Înan, Alî Înan roja piştî bûyerê çû Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê, Walîtî û Fermandariya Tûgayê pirsa aqûbeta kurê xwe dike. Ji bo bav tê gotin ku kesekî wiha nehatiye destgîrkirin.”

Yalçin destnîşan kir ku piştî windabûna Înan nêzî 4-5 mehan şûnde polîs li bavê Înan Alî Înan dibin Midûryeta Emniyetê ya Sêrtê, polîsên reyedar ên emniyetê hinek wêneyan nîşanî bav Înan didin, lê kesên wêneyên wan nîşan dan Îanan nas nekirin.

Herî dawî Yalçin anî ziman tevî hemû hewldanên hiqûqî jî ti agahiyek ji Mehmet Înan negirtin.