Xizmên Windanan li aqûbeta 3 kesên dewleta Tirk ew winda kirin pirsîn
Xizmên Windayan li aqûbeta birayên bi navê Emîn û Mehmet Findik û Omer Kartal ên 31’ê Kanûna 1995’an çûn emniyeta Silopiyayê û carekî din agahî jê negirtin, pirsîn.
Xizmên Windayan li aqûbeta birayên bi navê Emîn û Mehmet Findik û Omer Kartal ên 31’ê Kanûna 1995’an çûn emniyeta Silopiyayê û carekî din agahî jê negirtin, pirsîn.
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan bi dirûşma “Bila winda bên dîtin, faîl werin darizandin” di hefteya 647’emîn de çalakiya heftane bi rêya onlîne lidar xistin.
Vê hefteyê li aqûbeta Emîn û Mehmet Findik ên birayê hev ku di 31’ê kanûna 1995’an de şamî birin Miduriyeta Polîsan a Silopiya û carek din agahî ji wan nehat girtin û Omer Kartal ê hat windakirin hat pirsîn. Endama Rêveberiya ÎHD’ê Buşra Eylul Ozgultekîn çîroka windakirina her sê windayan kir.
Ozgultekîn destnîşan kir ku Miduriyeta Polîsan li Mehmet û Emîn Findik ên birayê hev û xizmê wan Omer Kartal ji bo sersalê şamî ji wan xwestiye û piştî ew çûne miduriyetê carek din ji wir bi saxî derneketine.
Ozgultekîn diyar kir ku xizmên wan li wan dipirsin lê ji aliyê Miduriyeta Polîsan ve tên astengkirin û şahidên buyerê dibêjin ku sercerdevan Çetîn Uçar û birayê xwe Tahîr Uçar û du kesên li gel wan di wê kêliya bûyerê de bi awayek panik ji Miduriyeta Polîsan derketine û ketine dikanek nêz.
Ozgultekîn got xizmên windayan otomobîla aydê Mehmet û Emîn Findik li Silopiya li kuçeyekê dibînin. Ozgultekîn tevî hemû serlêdan û hewdanên malbatan jî tu encamek nehat wergirtin. Ozgultekîn got ew ê dest ji lêgerîna edaletê ya ji bo windayan bernedin.