Xizmên Nebediyan ên li Amedê Dayikên Şemiyê slav kirin

Xizmên Nebediyan ên li Amedê û parêzvanên mafê mirovan, êrîşa ser çalakiya Dayikên Şemiyê şermezar kirin.

Xizmên nebediyan ên li Amedê çalakiya hefteya 700’emîn a Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê silav kirin û bi çepikan mudxeleya li dijî çalakiyê şermezar kirin.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên nebedîyan di hefteya 498’emîn de çalakiya xwe ya “Bila nebedî bên dîtin û kiryar bên darizandin” li ber Peykerê Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu li dar xistin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Remziye Tosun, Adnan Selçuk Mizrakli, Semra Guzel, Pero Dundar, Ayşe Acar Başaran, Meral Daniş Beştaş, Hevserokên HDP’ê û DBP’ê yên bajar û navçeyan ên Amedê, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, nûnerên saziyên civakî û gellek kes beşdarî çalakiyê bûn. Wêneyên nebediyan hatin hildan.

Di kêliya Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Parêzer Abdullah Zeytun diaxivî û bal kişand ser mudaxeleya li dijî çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 700’emîn, girseyê hemû li çepikan da hem çalakiya Dayikên Şemiyê silav kirin û hem jî mudaxeleyê şermezar kirin.

‘MUDAXELE PARASTINA KIRYARAN E’

Zeytun diyar kir ku ew bi tundî mudaxeleya li dijî çalakiya Dayikên Şemiyê şermezar dikin û ew ê heta dawiyê li gel dayikan bin û hefteya wan a 700’emîn silav dikin. Zeytun bal kişand ser têkoşîn Dayikên Şemiyê û xizmên nebedîyan û got: “Nebedîkirin polîtîkeyeke dewletê ye. Her tim kiryarên bi hezaran mirov revandin û nebedî kirin, tên parastin. Mudaxeleya li Stenbolê ya li dijî Dayikên Şemiyê jî tê wateya parastina kiryaran.”

‘HÛN JÎ ŞÎRÎKÊ VÎ SÛCÎ NE’

Piştî Zeytun, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û wiha got: “Dîroka Kurd û Kurdistan her tim bi komkujiyan tije ye. Dewleta tirk li çar parçeyan komkujiya xwe dewam dike. Dema komkujiyan dike aqûbeta yên nebedîkirî jî vedişêre. Di tu dîrokê de û li tu deverê tiştek wiha nehatiye dîtin. Têra dilê xwe komkujiayn dikin, paşê jî qala mafê mirovan û demorkasiyê dikin. Ka mafê mirovan û demokrasî li ku ye. Heman desthilatdarî li ser kar e. Êrîşî dayikan dikin. Li şûn ku hûn bersiva dayikan bidin, hûn êrîş dikin. Hûnê hesab bidin heke hûn hesab nedin hûn jî şîrîkî vî karî ne. Em we ji Cizîr, Nisêbîn û Sûrê nas dikin. Çi dibe bila bibe wê rojek hesab bidin. Em li vir soza dûbarekirina piştevaniya têkoşîna li cem dayikan didin.”

ÇÎROKA AHMET ŞEN HAT XWENDIN

Piştî axaftinan Endamê Komîsyona Nebedîyan a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Hasan Yalçin mudaxeleya li dijî çalakiya Dayikên Şemiyê şermezar kir û dû re çîroka nebedîkirina Ahmet Şen ê di 1994’an de li navçeya Basa ya Şirnexê hat nebedîkirin xwend û behsa lêgerîna malbatê û têkoşîna hiqûqî kir.

Piştî axaftinan xizmên nebedîyan 5 deqîqe çalakiya rûniştinê li dar xistin.