Xizmên girtiyan: Li dijî girtiyan sûc tê kirin

Xizmên girtîyan ên Nobeta Edeletê didomînin gotin, “Her roj ji girtîgehan cenaze tê. Li dijî girtîyan sûc tê kirin.

Xizmên girtiyan dan zanîn ku êdî naxwazin ji girtîgehan cenaze bên û diyar kirin ku divê êdî rêya çareseriyê bê dîtin.

Nobeta Edeletê ya li Amedê  ji bo girtiyên nexweş û înfazên wan hatî şewitandin di roja 192’an de bi çalakiya li ber Edliyeya Amedê berdewam kir. Partiya Gelan a Demokratîk (HDP), Hevserokên Amedê Gulîstan Atasoy, Zeyyat Ceylan, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Alîkariyê bi Malbatên Girtiyan re  (TUAY-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Fedaresyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Med (MED TUHAD-FED), Komeleya Yekîtî û Çandî ya Piştevanî û Alîkariya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda kirine (MEBYA-DER), tevlî çalakiyê bûn. Dirûşmeyên “Heq, hiqûq, edalet”, “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin.

Xizmê girtiyê Feyziye Kolakan wiha got: “Ji xeynî Kurdbûne me tiştek din nekir. Em naxwazin ku tu dayîkek biqehire. Tevî ku nexweşiya min ya dil heye, ez li nobetê me. Dest ji vê zilmê berdin.”

‘HER ROJ CENAZEYÊN NÛ JI GIRTÎGEHAN TÊN’

Her wiha Herdem Merwanî ya ku ew jî xizmê girtiyan e wiha got: “Ji bo ku zarokên me bên berdan em her roj diqêrin. Em tenê çareseriyê dixwazin. Êdî ne di malên xwe de ne jî di kolanan de ne rehet in. Tişta ku em dixwazin ew e ku dewlet qanûnên xwe bi cîh bîne. Her ku em çareseriyê dixwazin, di girtîgehan de cenazeyên nû tên. Li dijî girtiyan sûc te kirin, em ê nebin şirîkê vî sûcî. Ez bang li siyasetmedarên vî welatî dikim; bila rêya ku diçe çareseriyê bibînin. Em naxwazin ku girtiyên me bibe malzemeyên hilbijartinê.

Çalakî bi dirûşmeyên “Heq, hiqûq, edalet” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.