Xezeba Firatê: Bajarokê Tişrînê ji DAIŞ'ê tê paqijkirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), beşeke mezin a bajarokê Tişrînê ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin, paqij kirin. Şervanan gundikê hûkûmekê jî rizgar kirin. Di şer de bi dehan çete hatin kuştin.
ANF
REQA
în, 21 avrêlê 2017, 08:47
Şervanên QSD'ê, ku ji eniya Cib Şeher a li bakurê Reqayê berê xwe dan bajarokê Tişrînê, di demeke kurt de zêdeyî nîvê bajarok ji çeteyan paqij kirin. Li beşa din a bajarok, şer dwam dike. Li vî bajarokî, di şer de 3 çeteyên bombe li ser xwe pêçandibûn, ji aliyê şervanan ve hatin kuştin.
Di vî şerî de gelek çete hatin kuştin û cenazeyên gelek ji wan li naverastê man. Lê belê der barê hejmara cesedan de agahiyeke zelal bi dest neket.
Li aliyê din, li derdora gundikê Hûkûmekê, ku duh hat rizgarkirin, şerekî dijwar diqewime.
Di vê navberê de gundê Kubiş Rojhilat û embarên genim ên li vî gundî, piştî ku duh hatin rizgarkirin, ji aliyê pisporên mayînan ve tên paqijkirin.