Xerîb: Divê gelê Başûrê Kurdistan li dijî dagirkeriyê derkeve

Diyar Xerîb bal kişand ser rola gelê Başûrê Kurdistanê ya li dijî tecrîda li ser Ocalan û diyar kir ku divê ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Başûrê Kurdistan û Iraqê sûd ji peyamên Ocalan bigirin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Diyar Xerbî, berxwedana grevên birçîbûnê û dîsa hevdîtina parêzeran a li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê ji ANF’ê re nirxandin.

‘BI BERXWEDANÊ DERBÊN XURT LI FAŞÎZMÊ Û TECRÎDÊ HATE XISTIN’

Pêngava berxwedana mezin ya ‘Tecrîdê bişkîne, faşîzmê têk bibe, Kurdistanê azad bike’ bi hevdîtina parêzeran a li gel Ocalan dawî li çalakiyan anî. Soza wê hat dayîn ku asta berxwedanê were bilind kirin. Wek tê zanîn jî beşek ji wê pêngava çalakiyan a greva birçîbûnê li Başûrê Kurdistanê bû. vê çalakiyê û encama wê pêngavê ji bo Başûrê Kurdistanê çawa dinirxînin. Helwesta gelê Başûr ji bo vê pêngavê ta çi astê bûbû bersîv?

Destpêkê di kesayetiya Leyla Guven, Nasir Yagir, Herêm Mehmud, Merwan Memduh, hemû çalakvanên greva birçîbûnê û Rojiya Mirinê li Kurdistanê, derveyî Kurdistanê û girtîgehê spasiya hemûyan dikim. Bi armanca serkeftina çalakiyê pîrozbahî li hemûyan dikim. Israra wan a di encam girtinê de hêjayî texdîrê ye. Her ew israr bu sedem ku faşîzma AKP û MHP'ê neçar bikin parêzer hevdîtin li gel Rêber Apo bikin. Ev jî ji bo çalakvanan, gelê Kurd, azadîxwazên Tirkiye û herêmê destkeftiyek mezin û girîng e. Bê guman eger çalakvanan canê xwe raber nekiriba û dest ji xweşiya jiyanê ne berdaya, faşîzma Tirkiyê bi vî awayî tengav nedibû û derbe ne dixwar. Lê niha Tirkiye di demê xwe yê herî tengav de ye û ber bi hilweşînê diçe. Divê her kes vê bizane derb xwarina faşîzma Tirkiyê derb xwarina faşîzmê li Rojhilata Navîn e. Helweşandina faşîzmê li Tirkiyê hilweşandina faşîzmê li Rojhilata Navîn e. Niha tecrîd û faşîzm derbeyên mezin xwariye. Pêngava piştre jî pêngava şikandina tecrîdê û têkbirina faşîzmê bi awayek giştî ye. Ji ber wê Rêber Apo xwest ku çalakî bi dawî bibin û asta tekoşînê bilind bikin ku li bendê nemînin. Çalakvanan jî wê biryarê bi cih anîn.

‘ERKEKÎ NETEWÎ, EXLAQÎ Û DEMOKRATÎK BI CIH ANÎN’

Bê guman Nasir Yagiz, Fadîle Tok, Herêm Mehmûd û Merwan Memduh bi awayek aktîf tevlî çalakiyê bûn, bi awayek wisa tevlî bûn ku erkekî girîng ê netewî, demokratîk û exlaqî bi cih anîn. Bi çalakiya xwe wê peyamê dan dewleta Tirk û hevalbendê wê ku ew nikarin bi tecrîdê Rêber Apo ji gelên Kurd û herêmê qut bikin û bê bandor bikin. Di heman demê de wê peyamê da gelê Kurd li Bakur, Tirkiyê û çalakvanan ku ew ne bi tenê ne û doza wan dozek rewa ye. Ev jî ji bo gelê me yê Bakur, Tirkiyê û ji bo çalakvanan bû moralek mezin. Ew jî bi wê peyamê gelek keyfxweş bûn.

‘BERXWEDANA ŞÊLADIZÊ NÎŞANA HELWESTA GELÊ BAŞÛR Û DESTHILATÊ JI HEV CUDA YE’

Peyam û spasdariyên çalakvanan a ji bo gelê Başûr gelek girîng bû. Bê guman rêjeyekî ber çav ji gelê Başûr tevlî çalakiyan bûn û piştirî kirin. Ji ber wê helwesta wan ez jî pîroz dibînim û sipasiya xwe pêşkêşî gelê Başûr dikim. Divê helwesta gel û desthilatdariyê li Başûr ji hev were cuda kirin. Ji ber ku desthilat, sazî, partî û çapemeniya desthilatdarî li hember wan çalakiyan helwestek nerênî hebû. Helwesta wan berovajî helwesta gelê zehmetkêş ê Başûrê Kurdistanê bû. Ji ber wê ew ne hêjayî wê şanaziyê ne. Ya min ji helwesta gelê Başûr fêm kirî, êdî gelê Başûr ber bi qonaxek nû ya tekoşînê ve gav diavêje. Di vê pêvajoyê de berxwedana Şêladizê nîşana wê bû.

‘7 XALÊN PEYAMA OCALAN JI BO ROJHILATA NAVÎN Û CÎHANÊ MANÎFESTOYA ÇARESERIYÊ YE’

Piştî hevdîtina parêzeran a li gel Birêz Ocalan, bi daxuyaniyek çapameniyê peymanek 7 xalî ku naveroka hevdîtina Ocalan bû hat ragihandin. di peyamê de qala demokratîkbûn û aştiyê ji bo Tirkiyê û Sûryê tê kirin. Gelo ev xalane di çarçoveya konfederalîzma demokratîk ji bo krîz û pirsgirêkên Başûr û Iraqê jî weke çareserî hûn dibînin? yan jî pêwîste rayedar û aliyên Başûr û Iraqê van xalane çawa bixwînin?

Rêber Apo di hevdîtina 2'ê Gulanê ya li gel parêzeran kirî de, li ser navê hevrêyên xwe yên li girtîgeha Îmraliyê 7 xalên girîng ragihand. Li gorî me ew xal manîfestoya çareseriya pirsgirêk û krîzên îro yên li Rojhilata Navîn û cîhanê ne. Ji ber ku Rêber Apo bi giştî destwerdana pirsgirêkan kiriye û rêya çareseriyê nîşan daye. Vê yekê jî gelek deng veda. Di peyama Rêber Apo de tê diyarkirin ku hişmendiya cemserbûyînê û şer pirsgirêk û krîzan çareser nake. Li cihê wê pêwîstî bi hişmendiya reformên civakî û çareseriyê li ser bingehê lihevkirinek demokratîk heye ku pêk were. Her wiha dibêje; ‘Li Tirkiye û herêmê ji bo çareseriyê pêwîstî bi şidet û şer nîne, berojvajî bi hêzek nerm, eqil, û siyasetê heye.’ Li ser wî bingehê çareseriya doza Kurd û pirsgirêkên Sûrye tê nîqaşkirin. Her wiha tê gotin ku wê bi biryardarî pêvajoyek ji ya 2013'an kûrtir û zelaltir pêk were. Bê guman ev çarçoveya ku hatî qalkirin û min weke manîfesto bi nav kir, dikare ji bo herêma Başûrê Kurdistanê û Iraqê jî bibe çareseriya krîz û pirsgirêkan. Em jî rastiyê dibînin ku li herêmê bi giştî pirsgirêkên Başûr û Iraqê jî çavkaniya xwe ji parçbebûyîn, hevdu qebul nekirin serlêdana şidetê, çavkaniya xwe serlênedayîna hişmendiyek demokratîk, exlaqiyek civakî û berjewendîperestî digre. Eger ev xalên Rêber Apo esas were girtin, wê pirsgirêkên Başûr, Iraq û herêmê di demek kurt de werin çareser kirin. Beşek mezin ji gel û pêkhateyên Iraqê fikrê Rêber Apo nas nakin. Ji ber wê dibe ku girîngî û rola wê nezanîn. Ev jî pirsgirêka me ye û divê fikrê Rêber Apo bigehînin hemû kes û pêkhateyan.

‘FAŞÎZMA TIRK HEBÛNA KURDAN TÊKÇÛNA XWE DIBÎNIN’

Ev demek dirêje dewleta Tirk di hêla leşkerî, çandî, aborî, exlaqî û civakî de dagirkeriyek berfireh li ser xak û gelê Başûr dimeşîne. Qasî 2 sal e jî bi awayek dijwar êrîşî Xakurk û Biradostê dikin. Gerîla jî bersîva êrîşan didin. Armanca van êrîşane çine û çima êrîşî vê herêmê kirine? Çi bandor û bertek li ser rêvebirina siyaseta herêmê tê dîtin? Gotin hene ku têkiliya xwe bi hilbijartinên 23'ê Hezîranê ve hene. Gelo peywendî heye yan na?

Di aliyê stratejî de dewleta Tirk li ser bingehê înkarkirina Kurdan hatiye damezrandin. Ji ber wê gelê Tirk dereng hatiye herêmê û welatê wan jî Asya Navîn e. Her demê xwe lewaz dibînin. Ji ber wê faşîzma Tirkiye bingehê xwe li ser tinekirina gelên Enatolya û Kurdistanê daniye. Piraniya gelê resen yê Enatolya dibin Tirkîtî de helandin. Di wê çarçoveyê de gelek hewldan ku Kurdan jî bihelînin û ji bo wê jî gelek qonax derbaz kirin. Lê tekoşîna Rêber Apo û PKK'ê ew hewldan vala derxist. Bi berxwedana Kurdan pêkhateyên din jî daxwaza mafê nasnameya xwe dikin. Ji ber wê faşîstên Tirk hebûna Kurdan weke têkçûna xwe dibînin. Têkbirina Kurdan jî weke serxistina Tirkîtîbûnê dibînin. Her kes dizane ku çiya bûye dergoşa gerîla, ev jî li ser faşîzma Tirk bûye metirsiyek. Ji ber wê bi teknîkê êrîş dikin herêmên Kurdistanê. Niha li piraniya çiyayên Kurdistanê şer heye, ne tenê li herêma Xakûrkê. Li hinek çiyayên Enatolya û Tirkiyê jî gerîla şer dikin.

‘XAKÛRK HERÊMEKE STRATEJÎK Û GELÊ HERÊMÊ LI DIJÎ HER CÛRE ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ XWEDÎ HELWEST E’

Herêma Xakûrkê cihek girîng e. Ji ber ku dikeve li ser sînorê sê dewletên dagirker ên Kurdistanê. Ev jî dihêle ku bibe herêmek stratejî. Her wiha herêmeke ku gelekî Kurdperwer têde dijî û li hember her cûre dagirkerî û înkarê xwedî helwest e. Ji ber wê dewleta Tirk dixwaze bi êrîşkirinê derbeyek mezin li gelê herêmê û Tevgera Azadîxwaziya Kurdistanê bide.

‘JI BO BANDORA SERKETINA ÇALAKIYÊN GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ Û PEYAMA RÊBER APO, ÊRÎŞ DIKIN’

Di aliyê taktîkî de jî, sala par êrîş kir û beşek ji pêngava AKP û MHP'ê bû ku armanc gûrkirin hestê netewperestiya faşîzmê bû. Niha di asta yekem de kêm kirina bandora serkeftina çalakiyên greva birçîbûnê û peyama Rêber Apo ye. Ji ber ku serkeftina grevên birçîbûnê û ew berxwedanî bi pêşengtiya dayikên laçik spî pêk hat. Her wiha çalakiyên gerîla û hevdîtina parêzeran a piştî 8 salan ya li gel Rêber Apo ne tenê derb li tecrîd û faşîzmê da, di heman demê de pêşengtiyek mezin jî spart Rêber Apo û tevgera azadiyê. Ji ber wê Erdogan û Bahçelî bi wan êrîşan dixwazin pêşengtî bixin dest xwe û bi wê rêyê dixwazin moralek mezin bidin hilbijêrên Stanbolê. AKP xwest ku bi hevdîtina parêzeran a li gel Rêber Apo ya di destpêka meha borî de, wisa nîşanî gel bide ku têkiliya wê bi encamên hilbijartinên şaredariya Stanbolê ve heye. Qaşo Rêber Apo di hevdîtinê de razîbûye ku Kurd di hilbijartinê de deng bidin AKP'ê. Ji ber wê hilbijartin belat kirin. Bi zanabûn biryara hilweşandina hilbijartinê xist piştî hevdîtina parêzeran a li gel Rêber Apo. Piştî dît ku ev taktîke encam negirt, yek roj piştî ragihandina dawî hatina grevên birçîbûnê, êrîşî Xakûrkê kirin. Bi balafiran êrîşî Qendîl û Asosê kirin.

‘GELÊ BAŞÛR NE BÊDENG E, HELWESTA WÊ YA ŞÊLADIZÊ YE. YÊN BÊDENG DESTHILAT Û ÇAPEMENIYA WÊ YE’

Li hember vê dagirkeriyê bêdengiyek mezin heye, li aliyekê bêdengiya berpirsan û hikûmetê, li aliyek din jî bê dengiya gel, rast e gel ditirsin, lê gelê başûr gelê raperîne çima ev bêdengî heye? We gotiye divê bi ruhê Şêladizê dagirkerî were têkbirin, gelê Başûr çawa dikare rola xwe bilîze?

Gelê Başûr ne gelek bêdenge û di gelek aliyan de helwesta xwe nîşan daye. Niiha piraniya gelê Başûr li dijî dagirkeriya dewleta Tirk xwedî helwesta Şêladizê ye. Yê bêdeng desthilate û piraniya çapemenî jî dibin kontrola desthilatê de ye. Nabin dengê gel û helwesta gel belav nakin. Bê guman divê di demek wisa de gel bi giştî bi taybet pêşmergeyên dêrîn û kesên xwedî helwest bi pratîkî weke gelê Şêladizê ji bo berxwedana gerîla ya li Xakûrk û çiyayan bibin piştevan. Ji ber ku eger dewleta Tirk di hewldanên xwe de bi serbikeve, wê hemû destkeftiyên Başûr desteser bike.

‘BERPIRSYARIYEKE DÎROKÎ LI PÊŞIYA NÊÇÎRVAN BARZANÎ YE’

Nêçîrvan Barzanî bû serokê Herêma Kurdistanê û we pîrozbahî lê kir û daxuyanî da. Serok Apo ji bo Nêçîrvan Barzanî di got bila ji bo jiyanek azad bibe xwedî ked û hewla wê bide. Di daxuyaniyê de tê gotin ku divê ji bo mijara yekîtiya netewî kar û hewldan were kirin. Ji îro û pêve helwest û bendewariya we ji Nêçîrvan Barzanî çiye û divê çawa be?

Berpirsyariyeke dîrokî li pêşiya Nêçîrvan Barzanî heye . Pêwîste di aliyê netewî û demokrasiyê de xizmeta gel bike û ji berjewendiyên netewî û malbatî dûr bisekine. Divê têkiliyên derve bixe xizmeta gel û pîvanên demokrasiyê. Divê dost û dijminên xwe baş nas bike. Bê guman êrîşên dewleta Tirk a li ser Xakûrk û Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bo Nêçîrvan Barzanî ceribandineke. Eger di vê demê de helwestek cidî hebe, dikare rola xwe bihêz bike û bingehê xwe saxlem bike.

‘TENÊ BI RÊYA TÊKOŞÎNÊ DIKARE HÊVÎ Û ARMANCAN BI CIH BÎNE’

Kerkûk wek mozaîka gelan tê dîtin. Lê ev bajar wêran bûye û bûye qada nakokiyan. Tirkiye, Tirkmenan, Îran, netewa Ereb û Kurd jî di nav xwe de bi nakok in. Di demên dawî de êrîşên li ser jî zêde bûne. Bi berdewamî êrîş li ser Kurdan heye. Pêşeroj û rewşa Kerkûk wê çawa be û êdî divê Kurd ji bo rewşa Kerkûk xwedî çi helwestê be?

Rewşa ku niha Kerkûk di nav de ye, mînakek biçûkkirî ya Başûr û Iraqê ye. Wê rastiyê diyar dike ku hêzên desthilatdariyê çiqas ji berpirsyartiyên dîrokî dûr in. Di heman demê de ev rewşe zêdetir rastiya tezên Rêber Apo ji bo çareseriya krîzan û pirsgirêkan derdixe holê. Bê guman ji bo em peyama Rêber Apo bixin pratîkê, amade ne di her astekê de erkê xwe li hember gelê Kerkûk, Kurdistan û gelên Iraqê bi cih bînin. Daxwaza min ji gelê Başûr ew e ku tekoşîna xwe bilind bikin. Bila nebêjin serdema tekoşînê derbaz bûye. Di her qonaxekê de fedekarî û tekoşîn pêwîst e. Ji ber ku tenê bi rêya tekoşînê dikare hêvî û armanc pêk werin.

Di dawî de cejna hemû Misilmanên Kurdistanê û cîhanê pîroz dikim. Hêvîdarim ev cejin bibe wesîleya xêr û xweşiyê ji bo gelên Kurd û herêmê.