Xemla çiyê bi rengê jinê

Fermandara YJA Starê Nûran Er ku par li Amedê şehîd bû, di demên cuda yên gerîlatiya xwe de gelek wêne kişandibû. Ev wêneyên Nûran Er bi navê "Xemla çiyê ya bi rengê jinê" hatin weşandin.

Malpera fermî ya Yekîneyên Jinên Azad ên Star (YJA Star), wêneyên ku yek ji fermandarên YJA Starê şehîd Gulnaz Ege (Nûran Er) ve hatin kişandin, bi navê 'Xemla çiyê bi rengê jinê' weşand.

Yek ji fermandarên YJA Starê Nûran Er, ku sala 1994'an tevlî nava refên gerîla bû û par li Amedê şehîd bû, di demên cuda de yên gerîlatiyê de gelek wêne kişand. Wêneyên bedew û rengîn ên fermandar Nûran Er li malpera înternetê ya fermî ya YJA Starê hatin weşandin.

Ji dilopa avê heta jiyana çiyê, ji amadekariyên gerîlayên jin ên ji bo çalakiyê heta karên çand û şanoyê, rengê xwezayê hatiye kişandin.

Nûran Er a PKK'yî, sala 1994'an ji Stenbolê tevlî nava refên PKK'ê bûbû û 29'ê Îlona 2017'an il Amedê li qada Şehîd Ferhat ji be êrîşa balafirên şer a artêşa Tirk şehîd bûbû.