Xelkên Binarê Qendîlê; Îro Rojava ye sibe Başûr e

Xelkên binarê Qendîl gotin; “Cardin dibêje 'ez terorîstan dikujim', lê ew bi xwe terorîste. Ger ku ne terorîst be jin, zarok mirovên bê parastin, medenî nedikuştin û ewqasî însan li ser xaka wan ne dikir koçber."

Xelkên binarê Qendîl derheqê êrişên dewleta dagirker Tirkiyê ya li ser Rojava û Bakurê Rojhilatê Surî ji ajansê me re axivîn û gotin; “Cardin dibêje 'ez terorîstan dikujim', lê ew bi xwe terorîste. Ger ku ne terorîst be jin, zarok mirovên bê parastin, medenî nedikuştin û ewqasî însan li ser xaka wan ne dikir koçber."

ERDOGAN DIJMINÊ TEVAHIYA KURDANE

Welatiyê bi navê Hesen ji bo êrişên pêk tê axivî û got; "Tu mafekê Erdogan nîne ku van êrîşan li dijî gelê me yê li Rojava pêk bîne. Miletên medenî, bê guneh jin û zarok dikuje. Erdogan dijminê Kurdane, ji bo wê hema Kurd be jin dibe, zarok dibe ji bo wê girîng nîne. Weke xelkên binarê Qendîlê em heya dawiyê li gel xelkên xwe yên Rojava ne. Em ji bo şervanan jî dibêjin, xwedê li gel we be, wê îman û quweta we bi ser bikeve.

Hesen di nav gotinên xwe de balê dikşîne li ser bikaranîna Îslamiyetê ya ji aliyê Erdogan ve û got, "Erdogan di bin navê Îslamiyetê de ewqasî êrişan pêk tîne, îslamiyeta wî derewe. Di Îslamiyetê de zarok, jin mirovên bê guneh kuştin nîne. Cardin dibêje 'ez terorîstan dikujim' lê ew bi xwe terorîste. Ger ku ne terorîst be jin, zarok mirovên bê parastin, medenî nedikuştin û ewqasî însan li ser xaka wan ne dikir koçber. Erdogan dijminê tevahî Kurdane, dibêje PKK, Gerîla ev yek derewe hema Kurd be zarok dibe, jin dibe ferq nake ji bo wî.

Ciwanê bi navê Rawa jî di nav gotinên xwe de balê dikşîne li ser siyaseta dewletê Tirk a li ser gelê Kurd û wiha dibêje; "Ev şerê dijberê Kurdan tê meşandin ji dîrokê heya roja me îro tê. Dewleta Tirk ti carî ne xwastiye gelê Kurd bibe yê xwe û xwe bi xwe rêve bibe. Ji ber vê yekê bangawazî li her çar perçeyê Kurdistanê dikim da ku yekitiyek bi hêz ava bikin, li hember êrişên dewleta Tirk û heman demê de nêzîkatiyê Emerîqa ya kîşandina hêzên xwe nava helwest û çalakiyan de bin. Weke civaka Kurd pêwîste em ji ezmûnên xwe yên dîrokî dersan derxin, em baş dizanin ku ji derveyê Kurdan tu dostên me nîne, tevahî hêzên navdewletî ji bo berjewendiyên xwe nêzî Kurdan dibin. Pêwîste em weke gelê Kurd li her çar perçeyê Kurdistanê bibin yek deng û yek helwest. Gava em bibin yek tu hêz û tu dewlet nikare li hember Kurdan bisekine."

Rawa balê dikşîne li ser êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê di hêla, çandî, şerê taybet û bi rêya rêze filmên Tirkan tê kirin û bi vê awayî nêrînên xwe bi lêv dike; “Niha dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê jî şerek taybet di meşîne. Tevahî qenalên Başûrê Kurdistanê rêze filmên Tirkan di weşînin. Dewleta Tirk nahêle tu perçeyek bi vîna xwe û bi hebûna xwe bijî. Kurd li ku derê dibe bila bibe xeterî li ser jiyan wê heye, hema tu Kurd be bese. Li Başûrê Kurdistanê bi dehan baragehên dewleta Tirk hene. Bi rastî jî pêwîste em di wê zanabûyînê de ne ku şervanên QSD, YPG-YPJ ji bo me şer dikin, ji bo mirovahiyê şer dikin. Bi îradeyek gelek bi hêz têkoşîn û berxwedanî di meşînin.”

Rawa di dawiya gotinên xwe de ji bo beşdarbûyîna şerê li Rojava tê meşandin jî axivî; “Em baş dizanin ku di şerê Kobanê de gencên Kurd yekitiyek ava kiribûn, pêwîste niha jî heman tişt û heman hest were pêkanîn.”

'ÊRÎŞ LI DIJÎ TEVAHIYA KURDANE'

Şêniyê bi navê Ebdulajî dibêje; “Ev şer li dijî tevahî Kurdane, ne tenê li ser Rojava ye. Di vê demê de tevahî Kurdên bi şeref û namus, her wiha tevahî partiyên Kurd pêwîste xwedî helwest û yek deng bin. Ger ku em weke gelê Kurd yek bin, hev bigrin em ê xwedî hêzek gelek mezin bin, pêwîste em nava raperînê de bin. Kurdek li ku derê dibe bila bibe pêwîste di vê demê de ji bo hebûna xwe rabin ser piyan û bi tekoşîn.”

Hisên yê ku bi xwe jî şêniyê Qendîlê ye ji Erdogan re dibêje dîktator û gotinên xwe di domîne; "Erdogan di bin navê herêma ewle de armanca wî qirkirina Kurdane. Li Efrînê çi kir, dixwaze wan herêman jî heman tiştê bike. Tevahî dunya jî vê baş dizane ku niha dagirkerî û qirkirin li ser Kurdan tê meşandin. Armanca her çar perçeyê Kurdistanê bixe di bin desthilatdariya xwe de, nahêle rojek gelê Kurd azad bijî. Em vê yekê baş bizanibin ku îro Rojava ye, sibe Başûr, Rojhilata, ji ber armanca wê qirkirin û firkirina xwîna Kurdane. Ji bo wê em weke Kurd rabin ser piya dem dema berxwedaniyê ye.”