Xelkê Mexmûrê li dijî tecrîdê meşiyan

Xelkê Mexmûrê bi meşeke girseî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin û şehîdên çalakiyên canbexşane bibîr anîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê ji bo tecrîda girankirî a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto bikin û şehîdên çalakiyên canbexşane yên ku li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bibîr bînin, meşekî girseyî hate lidarxistin. Meş ji ber derê şaredariyê bi tevlîbûna çalakgerên grevê, xwendekar, ciwan û welatiyan destpê kir, li Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûr dom kir.

Di meşê de dowîzên nav û wêneyên şehîdên canbexşane li ser û alên PKK, YPG, YJA-Star, KCK û KJB’ê hatin hildan. Dîsa pankartên ‘Tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşîni û Kurdistanê azad bikin’ hete vekirin.

Meşa ji aliyê Tevgera Ciwanên Mexmû (TCM) û Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) ve hate organîzekirin li NÇHM’ê bi meşeke leşkerî ya ciwanan ve vegeriya mîtîngê. Di mîtîngê de dirûmên ‘Ciwan fedayê Rêber Apo’ ne hatin qîrkirin. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan û şûnde li ser navê TCM-TJCM’ê Sara Riha axivî.

Riha bal kişand ser berxwedana li zindanan û çalakiyên canbexşane û got: “Li her derê ji bo şikandina tecrîdê têkoşînek tê kirin, lê ev çalakî têrê nake ku tecrîd bi dawî bibe. Ji bo wê ye ku li girtîgehan çalakiyên canbexşane tên kirin. Ji bo dawîkirina tecrîdê û çalakiyên canbexşane yên li zindanan divê em hê xurtir çalakiyan bikin.”

Sara Riha bi domdarî got: “Divê em bi ruhê canbexşane yê Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Medya Çinar, Zehra Saglam û Ûgûr Şakar têkoşînê bikin û hê zêdetir berxwedanê mezin bikin. Çi dibe bila bibe serketina ya gelê Kurd e.”

Mîtîng bi ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî berxwedan zindanan’ û’Kesek nikare roja me tarî bike’ bi dawî bû.