Xelkê Mexmûrê li dijî gefên Erdogan rabûn

Bi hezaran welatiyên penaber ên Mexmûrê li dijî gefên êrîş û dagirkeriyê yên Serokkomarê Tirk Erdogan di saetên êvarê de meşiyan û bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku bi erka xwe ya xwe parastina penaberan rabe.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di bernameyeke televîzyonê de mîna gelek caran dîsa gefa êrîşê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstme Cûdî (Mexmûr) kir. Li dijî van gefan xelkê Mexmûrê li gel xwendekar û zarokan daketin qadan û Erdogan û bêdengiya NY’yî ya li dijî gefên li sivîlan şermezar kirin.

Meş ji pêşiya Şaredariyê destpê kir heta pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY9 dom kir. Di meşe de li gel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, KJK û pankartên ‘Dîktator demkî ne, Berxwedana gelan herdemî ne’ hatin hildan. Li vir meş veguherî mîtîngê û mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Piştî rêzgirtinê li ser navê Meclîsa Gel a Mexmûr Mamoste Mele Şîrîn daxuyanî da.

Mamoste Şîrîn bal kişand ser hewldanbên dewleta Tirk û Erdogan û got: “Dijminahiya dewleta Tirk jî dîrokê û heta niha li dijî Kurdan heye. Mînakên vê jî Qetlîamên Dersim, Botan, Agirî, Zîlan, Koçgirî ne. Bi taybet gefên dewleta Tirk ên li Kurdan dema dîktator Erdogan de zêdetir bûye.

Di dewama daxuyaniyê de Mamoste Mele Şîrîn qala êrîşên dewleta Tirk a li Rojavayê Kurdistanê kir û wiha pêde çû: “Dewleta Tirk xwe li destkeftiyên Kurdan ranagire û êrîş bire ser Serêkaniyê û Girê Spî. Di van êrîşên xwe de bi sedan jin,zarok û ciwan qetil kirin. Dewleta Tirk ji kuştina sivîlan têr nabe. Niha jî dîktator Erdogan gef li penaberan dike. Gefên Erdogan ji exlaqê mirovahiyê dûr in. Çawa dibe ku serokê dewletekê gefan li penaberan bike.”

Mele Şîrîn herî dawî bang li NY û welatên Ewropa kir ku bi erka xwe rabin û got: “Bang li NY, Saziyên Mafê Mirovan ên Ewropa dikin ku xwedî li erka xaw ya parastina penaberan dekevin. Parastin û berpirsyariya penaberan li stûyê dewletên Ewropayê ye. Armanca Erdogan belavkirina gelê penaber ê berxwedêr e. Bila Erdogan û hevkarên wan baş bizanin ku ev  gel wê ti carî belav nebe û li dijî gevan jî berxwedanê bilind bike.”

Çalakî piştî daxuyaniyê û şûnde bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedana Gelê Mexmûr’ bi dawî bû.