Xelkê Mexmûrê ji bo Ocalan daketin qadan

Welatiyên Wargeha Mexmûr piştî bihistina agirê li Greva Îmralî derketî, daketina qadan û bi meşekî girseyî li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya Mexmûrê hrês û helweta xwe nîşan dan.

welatiyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) piştî bihistina agir a li Greva Îmrali ya a Bûrsayê ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û sê girtiyên din lê tê girtin, ketiye ji heft salî heya heftî salî daketin qadan. Xelêkê Mexmûrê heta pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya Mexmûrê meşiyan û li vir hewlesta xwe nîşan da.

Meşa ji ber derê Saziya Malbatên Şehîdan despê kir û heya li ber deriyê Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a Mexmûrê dom kir. Her wiha di meşê de al û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û pankarên weke ‘Dilê Îmraliyê dilê mirovahiyê ye, Îmralî bişewite wê cîhan bişewite’, ‘Agirê Îmralî dujeha cîhanê ye’ û ‘Destê dirêjî Rêbertî bibe wê were şikandin’ hatin hildan.

Berî daxuyanî bê xwedin deqeyek rêz ji bo giyanê tevahî şehîdên azadiyê hate girtin û piştre jî li ser navêm Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Xelîl Bîlen ve hate xwendin.

‘DILÊ TEV CÎHANÊ LI ÎMRALÎ LÊ DIDE’

Xelîl bibîr xist ku weke her kesê wan jî bi bihîstina agir bi Greva Îmraliyê ketiye daketin qadan û got: “Agirek dijwar li herêmê ketiye û belav dibe. Greva Îmralî ne cihekî ji rêzê ye. Rêberê gelê Kurd ku ev 22 sal e ji aliyê dewleta Tirk ve li wê grevê hatiye girtin. Dilê tevahî gelê Kurd, jin, ciwan, kedkar û cîhanê li Îmralî lê dide. Ji heft salî heya heftî salî bi milyonan mirov bi Rêber Apo re nefesê distînin. Dîlê Îmralî dilê mirovahiyê ye.”

‘EV AGIR NE AGIRÊ JI RÊZÊ YE, PÎLANA ÎMHAKIRINÊ YE’

Xelîl bal kişand ku dewleta Tirk bi salane dixwaze Oalan ji tine bike û got: “Hêzên Kompiloger ev 22 sal in dixwazin bi awayekî fizikî Rêber Apo ji holê rakin. Dema ev yek bi ser nexistin li Greva Îmralî dest bi tecrîdek girankirî kirin. Xwestin bi tecrîdê dengê Rêber Apo û gelê Kurd ji hevdu qut bikin. Rêber Apo bi fikir û ramanê xwe tevahî tecrîd û komploger vala derxistin. Em gelê Mexmûrê agirê li Îmaralî agirekî ji rêzê nabînin û em vê yekê weke pilana îmhakirina dinirxînîn.

Em bang li tevahî gelê Kurd û mirovahiyê dikîn ku xwedî li Rêber Apo derbikevin.

Piştî daxuyaniyê çalakî bi dirûşma ‘Kesek nikare roja me tarîbike’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Agirê Îmralî dujeha cîhanê’ û ‘Bê Serok Jiyan nabe’ hatin hildan.