Xelkê Mexmûrê bi meşekî girseyî tecrîd protesto kir

Xelkê Mexmûrê bi meşekî girseyî gef û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin û diyar kirin ku ew ê çalakiyên xwe heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidomînin.

Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi meşeke girseyî gef û tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin. Bi kombûna gel ya li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan meşa girseyî dest pê kir û heta li ber avahiya Netewen Yekbûyî dewam kir. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Ocalan hatin hildan û dirûşmeyan girêdana bi Rêberê Gelê Kurd Ocalan re hatin berzkirin.

Li ber avahiya Netewên Yekbûyî, ji aliyê Endamê Komîteya Karên Derve Seîd Çomlek ve daxuyanî hat dayîn.

Seîd Çomlek diyar kir ku ev 25 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava şertên herî zor û zehemet de li girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin û wiha got: “Şert û mercên girtîgeha Îmraliyê wisa ne ku mînakên wê di cîhanê de nîne. Şert û mercên gelek giran ku li ser Rêber Apo têne meşandin, bêhiqûqî, bêmafî  û bêwijdaniyekî mezine, ev yek ji aliyê gele Kurd ve wê tu carî neyê qebûlkirin.”

Çomlek da zanîn ku ji niha û şûn ve jî ji bo Rêberê Gelê Kurd Ocalan bi awayek azad di nava civaka xwe de bijî, wê hemû rê û rêbazên çalakiyan werin lidarxistin û çalakiyên heyî jî wê bên xurtkirin û got: “Em baş dizanin ku Rêber Apo girtiyê pergala kapîtalîzmê ye, ankû ne girtiyê dewleta Tirkiyeyê ye, tenê hatiye radestkirin û dewleta Tirk a dagirker jî hêşedariyê dike.”

Çomlek diyar kir ku ji bo ew bizanibîn ka çima Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê tê ragirtin divê gelê Kurd naveroka Peymana Lozanê baş tê bigihe û wiha pêde çû: “Em niha di 100 saliya Peymana Lozanê de ne. Peymana Lozanê parçekirina erdnîgariya Kurdistanê û gelê Kurd e. Di vê peymanê de biryar dane ku cihê gelê Kurd û Kurdistan di cîhanê de nemîne. Di demekî wisa de Rêber Apo bi fikir, bîrdozî û felsefeya xwe li dijî vê pergalê derket. Ji ber vê yekê pergala kapîtalîst Rêber Apo girt û radestî dewleta Tirk a dagirker kir.”

Di dewamê de Çomlek bi bîr xist ku ev tişta niha tê kirin li dijî gelê Kurd e, di kesayeta Rêbertî de gelê Kurd tê cezakirin û wiha got: “Desthilat û rêveberên cîhanê bi biryarin ku ji bo têkoşîna azadiya Kurdistanê têk bibe di her alî de piştgirî û alîkarî didin dewleta Tirkiye. Ji bo wê jî divê em jî xwedî biryar û vînek azad û xurt bin. Bi baweriya ku me ji Rêber Apo girtiye, em dikarîn heta dawiyê li dijî hemû cûrên dagirkeriyê bisekinin. Ji ber ku Rêber Apo ji bo me jiyane, bê Rêber Ocalan jiyan herame.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.