Xelkê Kamiyaranê serdana malbata şehîd Şevger Çiya dike

Piştî ku PJAK'ê doh ragihand, du hevrêyên wan şehîd bûne û yek jê Ako Fethî (Şevger Çiya) ye, şêniyên bajarê Kamiyaranê serdana malbata Fethî kir. Serdanên sersaxiyê li gel zext û qedexeyê jî ji doh ve dewam dike.

Li gorî agahiyên ku ji bajarê Kamiyaranê yê Rojhilatê Kurdistanê hatinî bidestxistin, piştî îlankirina şehadeta gerîlayê PJAK’ê şehîd Ako Fethî bi nasnav Şevger Çiya ku di encama komployek yê rejîma Îranê ya li herêma Çem Şilêr a girêdayî bajarê Pêncewîn a Başûrê Kurdistanê tevî gerîla Mêhdî Rêzayî (Zagros Manî) hatibûn şehîdxistin, gelê Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê berê xwe dan bajarokê Tobrerîze û tevlî merasîma sersaxiyê bûn. Şêniyên herêmê xema malbatê parve kirin.

Welatiyên Rojhilatê Kurdistanê tevî atmosfera qedexe û awarte ya rejîma Îranê ferzkirî, ref bi ref bera xwe didin mala şehîd Şevger Çiya û wî bibîr tînin, her wiha hevxemiya xwe ya bi malbatê re nîşan didin.

Amadebûna girseyî ya welatiyên Rojhilatê Kurdistanê ya li merasîma sersaxiyê duh destpê kir û didome.

Bajarokê Tobrerîz dikeve 3 kîlometriya bakurê rojavayê bajarê Kamyaranê.

Hêjayê gotinê ye ku Şevger Çiya û Zagros Manî di encama komployeke ya hevkarên rejîma Îranê roja 4’ê Sibata 2021’an li herêma Çem Şilêr a nêzî bajarê Pêcewînê ya Başûrê Kurdistanê şehîd bûn.