Xelkê Bedlîsê: Pêkanînên salên 90’î berdewam e

10 gundên navçeya Xîzan a Bedlîsê di bin dorpeçê de ye. Gundiyên ku bi ser malên wan de hatiye girtin gotin: “Em îro pêkanînê salên 90’î dijîn.”

Li gund û mezrayên navçeya Xîzan a Bedlîsê yên Harat, Akunus, Govan, Nanîlan, Xalepûr, Kekulan, Sureh, Pertawan, Kûran û Ureh, bi hinceta ku gerîlayên HPG’ê hatine dîtin, qedexeya derketina derve hate ragihandin. Walîtiya Bedlîsê ragihand ku heta fermaneke din qedexeya derketina derve hatiye ragihandin. Bi operasyonên leşkerî ku piştî qedexeyê dest pê kir, pevçûn derketin, li gundan bi ser malan de hat girtin û 3 gundî hatin destgîrkirin.

Li gorî agahiyên gundiyan, hemû gund hatin dorpêçkirin. Destûr nayê dayîn ku gundî ji malên xwe derbikevin. Gundiyên ku dixwazin biçin zozanê û karên xwe yên rojana bikin, bi zorê tên zivirandin. Bi şev bi ser malan de digirin û pirsa ‘terorîst li ku derê ne’ dikin û hemû gundiyan ji kontrola GBT’ê derbas dikin. Hat ragihandin ku li herêmê ji xeynî wesatiyên leşkerî, wesatiyên sivîl jî zêde bûne. Gundiyên ku gotin ev kes endamên kontra ne, anîn ziman ku ew heman pêkanînên salên 90’î dijîn.

Gundiyan banga hestiyariyê kirin.