Xelkê Şengalê sersaxî malbatên şehîdên Çemçemalê re xwest

Xelkê Şengalê bi pêşengiya sazî û rêxistinên xwe daxuyaniyeke hevpar da, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û sesaxî ji malbatên şehîdên Çemçemalê re xwest.

Endam û rêveberên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Yekîtiya Ciwanên Êzidî, Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), Şaredariya Gel a Şengalê, mamosteyên Saziya Ziman û Perwerdeyê li pêşiya Meclîsa Gel a Şengalê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Daxuyaniya hevpar ji aliyê endamê PADÊ Elî Hisên ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku dewleta Tirk a dagirker bênavber û bêyî tu sînoran nas bike hemû cihên Iraqê ji Silêmanî heya Mexmûr û Şengalê û Rojavayê Kurdistanê bombebaran dike.

Di daxuyaniyê de berpirsyariya hêzên ku asîmanê Iraqê ji dewleta Tirk re vedikin jî hate destnîşan kirin û ev hate gotin: “Yê herî zêde rê ji dewleta tirk re vedike ku van cihan bombebaran bike hikumeta Kazimî û PDK ye. Pêwîst e hikumeta Kazimî û PDK helwesta xwe diyar bikin. Pêwîst e dewleta Iraqê rojek berê rojekê asîmanê xwe ji dewleta Tirk re bigire.

Tevî van hemû êrişan gelê me yê welatparêz têkoşîneke bênavber dide. Yê ku bi serkeve gelê me ye. Em êrişên li ser nahiya Çemçemal a Silêmanî jî şermezar dikin. Em wek gelê Şengalê sersaxî ji malbatê wan re dixwazin."

Daxuyanî bi dirûşmeya "Bijî gelê me yê welatparêz, xiyanet îxanet" bi dawî bû.